Li Til Koçerê êrîşî hêzên eşîra Senadîdê hate kirin
Li Til Koçerê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî bendeke kontrolê hate kirin. Di vê êrîşê de sê kesên ji eşîra Senadîdê mirin.
Li Til Koçerê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşî bendeke kontrolê hate kirin. Di vê êrîşê de sê kesên ji eşîra Senadîdê mirin.
Ev êrîş li li ser rêya Siyasî ya nêzî Til Koçera Qamişloyê pêk hat.
Êrîşî bendeke kontrolê ya hêzên eşîra Senadîdê hate kirin. Di vê êrîşê de sê şervan mirin û gelek şervan jî birîndar bûn.
Heta niha tu kesan ev êrîş li xwe negirtine û piştî êrîşê Hêzên Ewlekariya Navxweyî lêkolînek dan destpêkirin.