Şêniyên Dirbesiyê: Êrîş nikarin bi me

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2'ê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanê de daketin qadan. Şêniyên Dirbesiyê ku li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabûn gotin, "Êrîş nikarin bi me."

Şêniyên Dirbesiyê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyek pêk anîn. Hevşaredarê navçeya Sêgirka yê Dirbesiyê Yûsif Mihemmed diyar kir ku wê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û got, "Li tevahiya dinyayê Kurd û dostên wan ji bo xwedîderketina li Rojava li hev kom bûn, di Roja Rojava ya Cîhanê de çalakî pêk anîn. Em jî bi coşeke mezin li qadane. Hêzên dagirker dibêjin ku wan Rojava bi dest xistine. Şerê ku niha li vê deverê tê kirin şerê man û nemanê ye.

Di vê pêvajoyê de şehîdên me, birîndarên me hebûn û em neçar man koç jî bikin. Tevî vê yekê em li ser xaka xwe li ber xwe didin. Piştî vê berxwedanê em ê serketineke mezin werbigirin. Berxwedana me wê bidome, em ê dagirkeran li xaka xwe nehêlin. Di demeke wiha dîrokî de cara yekê ye ku pirsgirêka Kurd ewqasî tê bilêvkirin û nêzî çareseriyê ye."

'EM Ê VÊ XAKÊ JI WAN RE NEHÊLIN'

Adalet Omer jî bal kişand ser piştevaniya ji bo Rojava ya li qada navneteweyî û got, "Niha li vê xakê destan tê nivîsandin. Sîstema gelê berxwedêr dibe hedef û dixwazin ku gel kole bikin. Dewleta Tirk a dagirker êrîşî destketiyên me dike û gefan dixwe. Bi vî rengî êrîşî Efrînê jî kirin û gel neçar hiştin ku koç bike. Heman êrîşên xwe niha jî didomînin.

Gelên Rojavayî wê li ber xwe bidin û bi ser bikevin. Yên ku heta niha destketiyên me parastin QSD, YPG û YPJ bûn. Em ê ji bilî wan kesî qebûl nekin. Gelê me jî li xaka xwe ye û li ber xwe dide. Me beriya niha jî destnîşan kiribûn ku emê vê xakê ji wan re nehêlin. Em ê cih û warê xwe neterikînin."

'DIXWAZIN ÇANDA GELAN TINE BIKIN'

Ji xebatkarên çand û hunerê Abdûrrahman jî anî ziman ku êrîşên giran li wan tên kirin û got, "Hewl didin siyaseteke qirêj bimeşînin. Em dixwazin ji gelên tevahiya dinyayê re bêjin; divê meseleya Kurd êdî bê çareserkirin. Gelê Kurd gelekî berxwedêre, bi çanda xwe ve girêdayî ye, bi sedan sal in di bin mêtingeriyê de ye. Em êdî dixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bila êdî ev êrîşên qirêj rawestin."