QSD: Dewleta Tirk gel dide koçkirin

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîyêl diyar kir ku dewleta Tirk li qadên ku dagir kiriye bi êrîş û bomberdûmanan dixwaze gel bide tirsandin û li şûna gelê ku koç dike jî komên terorîst bi cih bikin.

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîyêl êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li dijî bajarên dagir kiriye şermezar kir.

Gabrîyêl got ku “Rewşa li herêmên Girê Spî û Serêkaniyê aloz in. Ji destpêka êrişên hovane yên artêşa Tirk li dijî van herêmên êrişên bi erebeyên bombebarkirî têne kirin. Ev rewş ji herêmên din ên Sûriyeyê yên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin ne cuda ye.

Em Hêzên Sûriyeya Demokratîk êrişên xwekujî û êrişên bi erebeyên bombebarkirî yên li dijî sivîlan bi tundî şermezar dikin. Artêşa Tirk ji van êrişên ku sivîlan dikin hedef berpirsyar e, armanc jê afirandina tirsê ye, koçberkirina şêniyan ji gund û bajarên wan e, her wiha guhertina demografiya vê herêmê ye da ku malbatên terorîstan ên Ûygûr, Turkistan ji yên ji welatên din li van deran bi cih bike.”