Çeteyên dewleta Tirk li Minbicê sivîlekî din qetil kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Ereb Hesen ê Minbicê sivîlek qetil kirin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Piştî têkçûna gelek hewldanên çeteyên bi navê Mertala Firatê li ser xeta Sacûrê yê bakurê Minbicê, çeteyan vê êvarê careke din hewl dan êrişî nuqteyên hêzên me yên li gundê Catê bikin. Hêzên me bersiva dan û şer derket. Di encamê de çeteyek hate kuştin û yên din reviyan.

Piştî vê têkçûnê, çeteyan gundê Ereb Hesen ê bakurê rojavayê bajarê Minbicê bi hawnan qadên sivîlan kirin hedef, di encamê de ciwanekî 25 salî bi navê Hisên Elî El-Fesîh bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyên bajêr jiyana xwe ji dest da."