Foza Yûsûf: Agirbest komplo ye, divê NY nebe hevkarê sûc

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif diyar kir ku agirbesta bi dewleta Tirk re li hemberî gelên herêmê komployek û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku bila nebe hevkarê qirkeran.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif di merasîma veşartina 3 şervanên QSD`ê de Mihemed Alî (Berxwedan Qamişlo), Abdulhemîd Hesen (Can Qamişlo) û Yusif Erdogan (Demhat), Abdulhemîd Hesen û şehîd Can Qamişlo li navçeya Til Temirê di 30 Cotmehê şehîd bûne, her wiha di merasîma şehîd Demhat li Girê Spî di 13`ê Cotemahê de şehîd bûye, axivî.

Foza Yûsif bal kişand ser hevpeymana agirbestê ya ku Tirkiyê û Emerîkayê di 17`ê Cotmehê de ragihandin, her wiha ya hevpeymana di navbera Putin û Erdogan de ku di 22`ê Cotmehê de hate ragihandin û wiha amaje pê kir, "Tê gotin ev hevpeyman têkildarî agirbestê ne, lê belê her roj em şehîdan didin, ka agirbesta ku behsê dikin?Hevpeymana agirbestê mezintirîn derew û komploya li dijî gelên herêmê ye."

Foza diyar kir, ku êrişên Erdogan bi piştevaniya dewletên zilimkar pêk tîne, komkujî, zilim û qirkirina gelê herêmê ye.

Endama Koodînasyona Kongreya Star diyar kir, ku Erdogan berê xwe dide NY`yê, da ku rewabûnê bide dagirkirina xak û qirkirina gelên herêmê, li ser vî esasî erêkirina NY`yê ji vexwendirê re, tê wateya hevpara qirkirin û dagirkirinê ye û wiha pê de çû, "Di qirkirina etnîkî ya li dijî gelên Kurd, Suryan, Erman û Êzidiyan de nebin hevparên Erdogan."

Foza bal kişand ser komîteya destûrê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar nekirin û wiha got, "5 milyon kes derveyî danûstandinên têkildarî komîteya destûrê ne, ev jî bi serê xwe der heqê gelê me de, zilmek e û berdewamiya komkujiyên Erdogan e."

Foza Yusif diyar kir, ku nûnerên çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ, nûnerên beşdarî civînên komîteya destûrî bûne, lê belê kesên parastina rûmet, şeref û yekîtiya Sûriyê ji parçekirina kirin beşdar nebûne.

Têkildarî daxuyaniyên rejîma Sûriyê yên demên dawîn de Foza wiha anî ziman, "Me 12 hezar şehîd dan, ne ji bo em biçin û li ser hesabên mafên gelên xwe hevpeymanan mohr bikin, me bi hezaran şehîd dan, da ku ji cîhanê re isbat bikin ku bi rastî em dixwazin bi rûmet bijîn.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yusif di dawiya axaftina xwe de got, ew amade ne bi her aliyan re diyalogan pêş bixînin.