Berxwedana bi heybet a li xeta Til Temir-Serêkaniyê

Dewleta Tirk a dagirker ji serê sibehê ve bênavber bombeyan li gundên Serêkaniyê û Til Temirê dibarîne. Dagirker derbên giran ji berxwedana QSD'ê dixwin.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li xeta Serêkaniyê-Til Temirê giran bûn. Dagirker êrişî sivîlan û gundan dikin.

Navçeya Zirganê ya Serêkaniyê bi rengekî giştî tê bombekirin. Gundên Til Hirmûs, Esadiye, Babil Ferec, Ûm Îşbe û Mahmûdiyeyê jî bi obusan tên bombekirin.

Şervanên QSD'ê li Til Hirmûsê bersiveke tund dan êrîşên dagirkeran. Şerê li herêmê didome.

Li Mahmûdiyeyê jî dewleta Tirk bi panzer û tankan tevî çeteyên xwe êrîş kir. Şervanên QSD'ê bersiv dan êrîşan û di encamê de wesayiteke dagirkeran hate rûxandin.

Li eniya Til Temirê jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û tankan êrîşî gundê Kasimiye kirin. QSD'ê bi tundî bersiv dan êrîşan.

Di encama berxwedana QSD'ê de 4 wesayitên dagirkeran hatin rûxandin. Di şer de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Tevî Serêkaniyê û Til Temirê êrîşên li dijî Girê Spî jî didomin. QSD'ê di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan dagirkeran û gundê Xirbit Beger ê li başûrê rojava yê bajêr ji çeteyên dewleta Tirk paqij kirin.

Li hemû eniyan dagirkeran gelek windahî dan.