Partiya Suryanî: Qirkirina 1915'an tê dubarekirin

Serokê Şaxê Hesekê yê Partiya Yekîtiya Suryanî Gabrîel Şamo diyar kir ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gelek Suryanî û Ermen neçar man koç bikin. Şamo destnîşan kir ku qirkirina 1915'an tê dubarekirin.

Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelên herêmê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Asûr û Tirkmenan gelekî zerar dîtin.

Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li Serêkaniyê nêzî 100 malbatên Suryan û Ermen neçar man malên xwe biterikînin û koçî bajarên li derdorê bikin. Hate ragihandin ku hin Suryanî jî ji ber nexweş bûn li herêmê man. Ji sivîlên ku li bajêr asê man agahî nayê wergirtin.

Serokê Şaxê Hesekê yê Partiya Yekîtiya Suryanî Gabrîel Şamo bi bîr xist ku gelên Suryan, Asûr, Ermen pêkhateyên herêmê hemû di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de bi rengekî aram bi hev re bûn û got, "Beriya êrişên dagirkeriyê li Serêkaniyê û Girê Spî aramî hebû. Bi taybetî gelên Suryan, Asûr û Ermen jiyaneke hevpar, sîstemeke wekhev ava kiribûn. Li Serêkaniyê dibistanên xwe ava kirin, li gorî kevneşopiya xwe û çanda xwe perwerdeya xwe dikirin."

'QIRKIRIN DUBARE DIBE'

Gabrîel Şamo diyar kir ku bi deh hezaran sivîl ji ber êrişên dagirkeriyê malên xwe terikandin û got, "Êrişên dagirkeriyê zerar li gel kir. Asûr, Suryan, Ermen ên li herêmê ji ber êrişan neçar man koç bikin. Li herêmên Hesekê, Til Temir û Qamişloyê bi cih bûn. Ji ber êrişên dagirkeriyê yên li Serêkaniyê 100 malbatên Suryan û Ermen neçar man koç bikin. Beriya êrişan li herêmê ewlehî hebû. Gelên Suryan, Asûr û Ermen li herêmê diyarker bûn. Niha qirkirina ku di sala 1915'an de hate kirin dubare dikin. Mafên pêkhateyên Suryan, Asûr û Ermen di dîrokê de ji nedîtî ve hatin û niha jî tê xwestin ku ji nedîtî ve bên."

'HETA KU DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WAN HEBE WÊ KES NIKARIBE VEGERE'

Gabrîel Şamo diyar kir ku ji ber êrişan gelek hevalên wan jî jiyana xwe ji dest dan, QSD di çarçoveya peymana agirbestê de tevdigere, lê belê dagirkeran gaveke cidî neavêtin û got, "Bİ taybetî êrişên li dijî gundên Til Temirê yên di kontrola hêzên Suryanî de ne metirsiyeke mezine. Dewleta Tirk û çeteyên wê heta ku li herêmê bin wê kes nikaribe li warê xwe vegerin."

Gabrîel Şamo destnîşan kir ku hêzên navneteweyî planan li herêmê dikin û got, "Di mijara gotinên DYE û hêzên rejîmê de hîn encameke cidî pêk nehat. Agirbest hîn neketiye meriyetê, li her deverê şer didome."

'DIVÊ EM HÎN BÊHTIR BIBIN YEK Û XAKA XWE BIPARÊZIN'

Gabrîel Şamo diyar kir ku li dijî dewleta Tirk a ku bi xeyalên Osmanî tevdigre wê Suryan, Asûr, Ermen bibin yek û xaka xwe biparêzin. Şamo got, "Wezîfeya girîng dikeve ser milê me. Li dijî êrişan divê em hîn bêhtir bibin yek. Divê em yekîtiya xwe ya salan biparêzin. Êriş li dijî pêkhateyên herêmê hemûyan tê kirin."

Gabrîel Şamo destnîşan kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê divê ew hîn bêhtir piştevaniyê bi QSD'ê re bikin.