Mamosteyên Dirbesiyê: Êrîş li pêşiya perwerdeyê asteng e

Mamosteyên ji Dirbesiyê diyar kirin ku ji ber êrîşên dagirkeriyê xwendekarên wan mexdûr in û gotin, li pêşiya perwerdeyê dagirkerî dibe asteng.

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran mirov neçar man koç bikin. Êrîşên dagirkeriyê herî zêde bandor li zarokan kirin, ku zarok ji mafên xwe yên perwerdeyê bêpar hatin hiştin. Ji mamosteyên dibistana seretayî ya Cemîle Îbtîsam Şexmûs Biro diyar kir ku Dirbesiyê bajarekî nêzî sînorê Tirkiyeyê ye, lewma xwendekarên wan bi tirs in. Her wiha got, "Nêzî 15 roj in em mamoste li dibistanên xwe ne û paqijiya dibistanên xwe dikin. Em dixwazin xwendekarên me karibin perwerdeya xwe bidomînin. Dixwazim bang li gele me bikim; li vê deverê her tişt asayî bûye, bila her kes li warê xwe vegere û zarokên xwe bişînin dibistanê."

Mesûd Elî li dibistana Cemîla ya Dirbesiyê mamosteyê Îngilizî ye. Elî anî ziman ku ne cara yekemîn e Erdogan û çeteyên wî êrîşî Rojava dikin û got, "Dema ku êrîşî Serêkaniyê kirin em jî çûn wê deverê ji bo meşê. Dema ku em vegeriya Dirbesiyê teqînek pêk hatibû. Piştre êrîşên li dijî Dirbesiyê dest pê kirin.

Di çend rojên destpêkê de êrîş giran bûn. Topbaran li dijî malên sivîlan hate kirin û gel tirsiya. Ew tirs û fikar niha nîne. Di çarçoveya lêgerîna çareseriyê ya QSD'ê de em zanin ku bi hin hêzan re hevdîtin hatine kirin. Bang li her kesî dikim ku li xaka xwe vegerin û zarokên xwe bişînin dibistanê. Berxwedan ne tenê li eniyê ye, berxwedana bingehîn xwedîderketina li xaka xwe ye."

'ZAROKÊN ME LI ENIYA PÊŞ RÛMETA ME DIPARÊZIN'

Rodî Fawaz Kerem ku ji ber şerê li Kobanê koçî Dirbesiyê kir li wir jî bû hedefa êrîşên Erdogan û çeteyên wî. Rodî Fawaz Kerem bang li hevalên xwe kir ku li dibistanê vegerin.

Mamoste Sumeyya Abdulqadir Xelîl jî got, "Dixwazim bang li mamosteyan bikim, bila dinya dengê min bibihîze" û diyar kir, "Bajar bajarê me ye, zarok zarokên me ne, dibistan dibistanên me ne. Baş bû ku em li dibistana xwe vegeriyan. Bila malbat zarokên xwe ji dibistanê venegirin, bila bişînin dibistanê. Em gelê Kurd, Ereb, Suryan bi hev re dijîn."

Her wiha got, "Zarokên me li eniya pêş xaka me û rûmeta me diparêzin. Em perwerdekar jî bi pirtûk, lênûsk û pênûsa xwe li dijî dagirkeran tevdigerin. Em li xaka xwe ne û em ê perwerdekirina zarokên xwe bidomînin. Em ji dagirkeran natirsin, bila her kes zanibe ku em ê bi ser bikevin."