Êrîşa li ser 3 gundên Eyn Îsa hate têkbirin

Êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya bi çekên giran ji sê baskan ve ya li ser gundê ÇElebiyê, Dibis Xirbit Keremêye yên girêdayî Eyn Îsa, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate têkbirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran ji sê baskan ve êrîşî gundên Çelebiyê, Dibis û Xirbit Keremêye yên girêdayî Eyn Îsa kirin. Şervanên QSD’ê êrîşa dagirkeran têk bir.

Dagirker herêm dide ber obusan, balafirên keşfê yên bê mirov jî li herêmê difirin.

LI HERÊMA ŞELGIRATÊ ŞER GIRAN E

Artêşa Tirk û çeteyên wê bi aramca rêya M4 a navneteweyî ji aliyê Şelgiratê ve bigirin, dest bi êrîşan kirin. Li herêma Şelgiratê şer giran e.

Heman demê şer li gundê MEsûdiyê jî giran rû dide.

Di şer de tankek ya dagirkeran hate derbkirin, gelek leşker û çete hatin kuştin.