Di dewriyeya Tirk-Rûs de êrişî gel kirin: Ciwanek şehîd bû

Dewleta Tirk a dagirker fîşek li şêniyên li Dêrikê yên Kantona Qamişloyê barandin, ku dewriyeya Rûs-Tirk şermezar dikirin. Di êrişa dagirkeran de sivîlek hate qetilkirin.

Şêniyên herêmên Girkê Legê û Dêrikê vê sibehê nerazîbûn nîşanî dewriyeya hevpar a Tirk û Rûs dan û ew şermezar kirin.

Lê belê leşkerên Tirk fîşek li şêniyên herêmê reşandin û di encamê de Serxwebûn Alî qetil kirin, gelek sivîl jî birîndar kirin.

Birîndar rakirin nexweşxaneya Dêrikê.

Şêniyên Derna Axa yên Girkê Legê jî îro sibehê konvoya hevpar dabûn ber keviran.

Dewriyeya hevpar a Tirk û Rûsan di 5'ê Mijdarê de li Kobanê jî pêk hat û şêniyên herêmê dewriye dan ber keviran.