Li Til Temirê gelek çete hatin kuştin
Di navbera dagirkerên êrişî gundên Mahmûdiye û Um Şihefa yên Til Temirê kirin û şervanên QSD'ê de şer qewimî. Di şer de gelek çete hatin kuştin.
Di navbera dagirkerên êrişî gundên Mahmûdiye û Um Şihefa yên Til Temirê kirin û şervanên QSD'ê de şer qewimî. Di şer de gelek çete hatin kuştin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê DAÎŞ û El Nûsra sibehê êrişî gundên Mahmûdiye û Um Şihefa yên Til Temirê kirin. Şervanên QSD'ê bersiv dan êrişan û di encamê de şerekî dijwar qewimî.
Di şer de gelek dagirker mirin û birîndar bûn.
Dagirkeran mirî û birîndarên xwe bi panzer û ambûlansan ji herêmê birin.