Bi sed hezaran mirov ji êrişên dagirkeriyê koçber bûn

Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran kes neçar man ku malên xwe biterikînin. Tenê 159 hezar 721 kesî koçî wîlayetên Hesekê û Reqayê kirin.

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên ser bi El Qaîdeyê ku di bin navê 'Artêşa Milî ya Sûriyeyê' de li hev kom kir, bi sed hezaran mirov ji cih û warê xwe bûn.

Bi sed hezaran mirovên neçar man ji ber êrişên dagirkeriyê koç bikin di nava şert û mercên giran de ne.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji ber êrişên dewleta Tirk ên di 9'ê Cotmehê de dest pê kir, ji Serêkaniyê û Girê Spî derdora 180 hezar kesî ji neçarî koç kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ragihand, ji ber êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete, nêzî 300 hezar kes di serî de Girê Spî û Serêkaniyê neçar man ji herêmê koç bikin.

Konseya Karên civakî ku piştî êrişên dewleta Tirk ji bo koçberan dest bi kar kir, diyar kir ku "karê jimartinê didome", lê li gorî hejmara ku heta niha jimartine tenê ji bo wîlayetên Hesekê û Reqayê 159 hezar 721 kesî koç kirine.

Konseya Karên Civakî li qadên bejahî karê xwe yê jimartinê didomîne. Li gorî daneyên heta dawiya meha Cotmehê yên li ber destê Konseya Karên Civakî hejmara koçberên ku ji qadên êriş lê tê kirin koç kirine, wiha ne:

HERÊMA CIZÎRÊ

Ji Serêkaniyê ber bi navenda Hesekê ve: 36 hezar 722 kes

Ji Serêkaniyê ber bi gundên li başûrê bajêr ve: Hezar 235 kes

Ji Serêkaniyê û bejahiya wê ve ber bi Til Temir û bejahiya wê ve: 25 hezar 234 kes

Ji Amûdê û gundên li ser sînor ber bi başûrê bajêr ve: 8 hezar kes

Ji herêma Cewadiyê ya li xeta sînor ber bi başûrê bajarok ve: 4 hezar kes

Ji Dirbesiyê û bejahiya wê ber bi bejahiya başûr ê bajêr û Hesekê ve: 11 hezar 630 kes

Ji xeta sînor a Dêrikê ber bi başûrê bajêr ve: 6 hezar 30 kes

Ji Dêrikê ber bi Til Koçber ve: Hezar 335 kes

Ji Qamişlo ber bi gund û bajarokên li başûrê bajêr ve: 6 hezar 282 kes

Ji Qamişlo ber bi nehiyeya Til Hemîsê ve: 353 kes

Ji xeta sînor a Tirbesiyê ber bi başûrê bajêr ve: 5 hezar kes

Hejmara giştî ya mirovên koçî Hesekê kirin: 113 hezar 659 kes

HERÊMA FIRATÊ

Ji Girê Spî ber bi Reqayê ve: 10 hezar 200 kes

Ji Eyn Îsa ber bi Reqayê ve: 2 hezar 500 kes

Ji Girê Spî ber bi bejahiya Reqayê ve: 19 hezar 500 kes

Ji Eyn Îsa û bejahiya wê ber bi nehiyeya Cirniyê ve: 973 kes

Ji bejahiya bakurê Eyn Îsa ber bi bejahiya başûr ve: 2 hezar 500 kes

Ji Girê Spî ber bi Eyn Îsa ve: 6 hezar kes

Ji Silûkê û bejahiya wê ber bi Eyn Îsa û Reqayê ve: 11 hezar 700 kes

Hejmara giştî ya mirovên koçî navenda Reqayê kirin: 52 hezar 200 kes

Hejmara giştî ya mirovên koçî wîlayetên Hesekê û Reqayê kirin: 159 hezar 721 kes

BI SED HEZARAN MIROV HATIN KOÇBERKIRIN

Bi sed hezaran Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Tikrmen û Çeçen ên ku dewleta Tirk warê wan bi zorê dagir kiriye û komên xwe yên çete li wan deveran bi cih kirine, destnîşan dikin ku wê dagirkeriyê qebûl nekin. Şêniyên herêmê dibêjin, dewleta Tirk kes û çeteyên ji Asya Navîn li xaka wan bi cih kiriye û bi bîra Neteweyên Yekbûyî û civaka navneteweyî dixin, ku ev yek sûcê şer e.

ŞEŞ MALBAT LI MALEKÊ NE

Li gundê Til Nisrî yê Til Temirê 6 malbatên ji ber êrişên dagirkeriyê koç kirin neçar man ku li xaniyekî ku pace û derî li ber nîne bimînin. Yek ji wan Sîlva Mehmûd Mislim e ku dibêje, "Tirkan mala me dagir kirin." Sîlva diyar dike ku ew di nava şert û mercên giran de ne û dibêje, "Em dixwazin dewleta Tirk û çeteyên wan ji bajarê me, ji malên me derkevin. Em dixwazin çareseriyek bê peydakirin û em li malên xwe vegerin."

'HETA KU TIRK Û ÇETEYÊN WAN HEBIN EM NIKARIN VEGERIN'

Evîn Mistefa Bozan jî ku di heman malê de ye yek ji wan kesan e ku neçar ma ji Serêkaniyê koç bike. Evîn Mistafa Bozan dibêje, "Heta ku Çete û Tirk li wê deverê be em ê çawa karibin vegerin?" û destnîşan dike ku ji ber dewleta Tirk û çeteyên wê jiyana wan ewle nîne lewma ew nikarin vegerin. Dibêje, "Ji bilî YPG'ê em bi ti hêzê bawer nakin. Em dixwazin li malên xwe vegerin û jiyana xwe ya berê bidomînin."

'ÇETEYAN EM BI ZORÊ JI MALÊN ME DERXISTIN'

Jina Ereb Meryem Elî ku neçar ma ji gundê Soûda yê navbera Til Temirê û Serêkaniyê koç bike, tevî malbata xwe û 3 malbatên din li heman xanî dimîne. Meryem Elî dibêje, "Çeteyên ku ji xwe re dibêjin 'Artêşa Sûriyeya Azad' hatin û em bi zorê ji malên me derxistin. Ji bilî kincên li me me nekarî tiştekî bi xwe re bibin. Niha em li vê deverê bi rengekî hewcedarî alîkariyê ne. Em dixwazin li mala xwe vegerin, lê belê ewlekariya jiyana me nîne."

'BILA HER TIŞT BIÇE LÊ TENÊ KERAMETA MIROVAN BIMÎNE'

Ehmed Silêman ku ji bo parastina xaka xwe rahişt çekê û malbata wî li Hesekê li dibistanekê ye, ji bo xaniyekî lê bistirê bibîne hatiye Til Nisrî. Ehmed Silêman anî ziman ku balafirên şer bombe li xaniyên wan barandine û destnîşan kir ku wê ti carî dest ji xaka xwe bernedin. Her wiha got, "Mala me, xaniyên me, milkê me talan kirin. Bila her tişt biçe ne girînge. Rûmet û kerameta mirovan bila neçe ew girînge. Lê belê em ê vê yekê ti carî qebûl nekin û heta dawiyê şer bikin."