'Erdogan nikare Kurdan biqedîne'

Emîra Xidir ku dayika du şehîdan e diyar kir ku ew bi zarokên xwe serbilind e û got, "Em Kurd in. Bila Erdogan nebêje ku wî Kurd qedandiye. Nikare me biqedîne û tiştên kiriye jî wê jê re nemîne."

Emîra Xidir jineke ji Serêkaniyê ye. Piştî ku dewleta Tirk di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşa dagirkeriyê kir, tevî zarokên xwe neçar ma koçî Qamişloyê bike. Ne cara yekê ye ku neçar dimîne Serêkaniyê biterikînin. Emîra Xidir di Mijdara 2012'an de jî piştî ku çeteyên El Nûsra û DAÎŞ'ê yên dewleta Tirk êrîş kirin neçar ma Serêkaniyê biterikîne. Lê belê piştî mehekê vegeriyan. Emîra Xidir tevî gefên Erdogan û çeteyên wî zarokên xwe bi hezkirina welat û mirovah mezin kir. Keça wê di sala 2013'an de tevlî nava refên gerîla bû û di sala 2018'an de li Gabarê, kurê wê yê 20 salî Ebdullha Heme (Ocalan) jî di 13'ê Cotmeha 2019'an de li Serêkaniyê şehîd bû. Emîra Xidir anî ziman ku ew bi kurê xwe Ocalan serbilind e û got, "Kurê min fermandar bû. Dema ku hewl dida hevalên xwe rizgar bike şehîd bû. Bi çekên kîmyewî zarokên me şewitandin."

Emîra Xidir bi bîr xist ku dewleta Tirk di sala 2012'an de bi rêya Cephet El Nûsra û DAÎŞ'ê êrîşî Serêkaniyê kir û got, "Cephet El Nûsra di sînorê Tirkiyeyê re derbasî Serêkaniyê bû. Destpêkê di navbera wan û rejîmê de şer derket. Balafirên şer bombe li devera ku çete ketin hundir bombe kirin, yanî bombe li malên me barandin. Wê demê Erdogan zêdegavî kiribû. Hem bi rêya çeteyên xwe êrîşî me kiribû hem jî bang li me kiribû ku em koçî Tirkiyeyê bikin. Wê demê em neçar man ku koçî Bakurê Kurdistanê bikin. Em neçar bûn. Kurê min ocalan wê demê biçûk bû. Piştî ku em mehekê li wir man em vegeiryan Serêkaniyê. Dema ku em vegeriyan me dîtin ku çeteyan malên me dagir kirine. Di dmeeke kurt de YPG'ê li çeteyan dan û ji herêma me derxist. Em Kurd, Ereb, Ermen man."

'ME DEST JI XAKA XWE BERNEDAN'

Emîra Xidir destnîşan kir ku piştî di sala 2013'an de Serêkaniyê ji çeteyên El Nûsra hate paqijkirin timî gef li wan hate xwarin û got, "Her tim digotin ku wê li me bixin. Me fêhm kir ku yê vê fitneyê idke Erdogan e. Dixwest bi zorê û fitneyê welatê me ji me bistîne. Me ev zilma Erdogan qebûl nekir. Tevî zilma Erdogan jî me xaka xwe neterikand û em li bajarên xwe man. Heta 9'ê Cotmehê em ji xaka xwe derneketin. Niyeta me nebû ku em mala xwe û Serêkaniyê biterikînin. Me digot, 'Şervanên vê deverê zarokên me ne, em dest ji wan bernadin, em ê ji wan re bibin piştevan'. Di 9'ê Cotmehê de balafirên şer bombe li malên me barandin. Bi me re zarokên biçûk hebûn. Em neçar man ji malê xwe derkevin û ji herêmên ku bombe kirin dûr ketin."

'DEMA KU ŞERVANÊN XWE RIZGAR DIKIR ŞEHÎD BÛ'

Emîra Xidir der barê kurê xwe Ocalan ê ku di nava refên YPG'ê de di 13'ê Cotmehê de li Serêkaniyê şehîd bû got, "Piştî ku balafirên şer bombe kirin em ji Beletê (gundên li ser sînor) hinekî dûr ketin. Min nexwest ji Serêkaniyê derkevim, min dixwest nêzî kurê xwe Ocalan bim. Di roja 4'an a destpêkirina şer de bûn. Li kurê xwe Ocalan geriyam û min jê re got, 'Kurê min min gelekî bêriya te kiriye, were ez te bibînim'. Ocalan got, 'dayê ez nikarim bêm, divê li gel şervanên xwe bim'. Min jî jê re got, 'ez qurbana te bim, te deqeyekê bibînim jî têra min dike'. Piştre hat, tevî rext, çeka xwe ez hembêz kir. Di nava tozê de bû, ji ber ku balafirên şer bombe li wan dibarandin. Nîv saetê rûnişt, dengê teqînekê hat. Ocalan fermandarê alayê bû, fêhm kir ku balafirên şer li hevalên wî xistin. Ji bo biçe rabû. Min jê re got, 'tu xatir ji dayika xwe naxwaze'. Ez maçî kir û çû. Piştî 2-3 saetan dema ku hewl dida hevalên xwe, şervanên xwe yên birîndar rizgar bike, balafirên şer lê dan. Madeyên kîmyewî dibarandin."

'BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ ZAROKÊN ME ŞEWITANDIN'

Emîra Xidir bi êşeke mezin got, 'Bi çekên kîmyewî zarokên me şewitandin' û ragihand, "Ji balafirên şer çekên kîmyewî li zarokên me barandin. Ew şewitandin. Ji bo nêzî Ocalan bim em li wir bûn. Me bi çavên xwe didît ku ji orê ve dibarandin, agir bi çi diket, bi avahî, mirovan her tişt dişewitand. Zarokên me şewitandin. Piştî bikaranîna çeka kîmyewî gelek sivîl winda bûn. Ne tenê li leşkeran dixistin, li sivîlan jî dixistin. Piştî rojekê hatin gotin 'Ocalan şehîd bû'. Ez jî bi Ocalanê xwe serbilind im. Rêya wî rêya şeref û namûsê ye."

'BI ZAROKÊN XWE SERBILIND IM'

Keça Emîra Xidir Madûra di sala 2013'an de li Serêkaniyê tevlî nava refên gerîla bû û di sala 2018'an de li Gabarê ji ber êrîşa hewayî şehîd bû. Emîra Xidir keça xwe bi bîr anî û got, "Keça min şehîd bû. Çûm serdana gora wê. Mirineke bi şeref bû. Ez bi wan serbilind im. Erdogan em ji malên me derxist. Zarokên me kuşt. Em di binê axê de hişt. Hîn jî gelek mirovên me di bin xirbeyên avahiyan de ne. Bang li Kurdan dikim; Kurd li ku dibin bila bibin bila piştgiriya hev bikin, dest ji hev bernedin. Divê her kes bêje 'Ez Kurd im'. Bila Erdogan nebêje 'Min Kurd qedand'. Na, Ocalan ne yekî tenê ye, bi hezaran Ocalan hene. Bila Erdogan vê ji bîr neke, ew nikare me biqedîne. Her wiha tiştên ku Erdogan kiriye wê jê re nemîne."