Li Kobanê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê veşartin

Li Kobanê bi tevlîbûna bi sedan welatiyan, cenazeyê 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê veşartin.

Cenazeyê şervanên QSD‘ê Mustefa Elûş (Nîbal Kobanê), Welîd Mihemed (Welîd Qezelî) û Macid Mûsa (Demhat Rojava) yên ku di Berxwedana Rûmetê de li gundê Şergikarê yê Girê Spî şehîd bibûn bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dîclayê ji aliyê sedan kesî ve hatin veşartin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Mustefa Êto sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Em di pêvajoyeke dîrokî û çarenûsî re derbas dibin. Divê em hevgirtina xwe xurtir bikin da ku vê pêvajoyê bi serkeftî derbas bikin û layiqî keda şehîdan bin."

Ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şirîn Osman jî axivî û got: "30 roj derbas bûn û hêzên me bi hemû hêza xwe li dijî artêşekê û çeteyên wê şerê parastinê dikin. Ev îradeya xurt a şervanên me û israra wan a ji bo parastina gelê xwe diyar dike."

Malbatên şehîdan jî axaxivîn û soza şopdarên xeta zarokên xwe yên şehîd dan.

Piştî axaftinan nasnameyên hersê şehîdan û şervanekî din bi navê Fewaz Ehmed (Sebrî Kobanê) hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan di nava tilîliyên dayikan û dirûşmên "Bijî Berxwedana Rûmetê" de veşartin.