Li Til Hemîsê 17 şehîdên QSD’ê hatin bibîranîn

Ji bo 17 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûne, merasîmek ya bîranînê hate lidarxisin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan şaxê navçeya Til Hemîsê ji bo 17 şehîdên Berxwedana Rûmetê ku ji pêkhateya eşîrên Ereban e û di demên cuda de şehîd bûbûn merasîmek lidar xist. Şervanên QSD’ê di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê ya di 12’ê Cotmeha derbasbûyî de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şer kirin û şehîd bûbûn.

Navên şehîdan wiha ne: Salim Nasir (Rojvan Ceza), Abdulmalik Ayîd (Cemîl Herb), Mehmed Ayid (Esmer Zagros), Mehmûd Xewaf (Munîr Til Hemîs), Malik Noman (Hogir Fesfas), Ehemed Elî (Sincar Til Hemîs), Eymen Hêbê (Tifêhî Til Hemîs), Mihemed Îbrahîm (Lewend Til Hemîs), Xalid Nasir (Ciwan Sokar), Telal Xilêf (Armanc Qurtiba), Raxib Ehmed (Zeyîm Dêrik), Mihsin Fîhan (Sîpan Til Hemîs), Rebah Ehmed (Diyab Qamişlo), Fehed Rehîl (Serdar), Mihemed Ehmed (Şiyar Til Hemîs), Read Siwêlih (Qehreman Sekar) û Ehemd Abîd (Şêrzat).

Merasîma sersaxiyê li qada Navenda Çandiniyê ya navçeya Til Hemîsê bi beşdariya malbatên şehîdan, şênî, meclîsên bajaran, endamên saziyên civaka sivîl ên navçeyê û fermandarên QSD`ê hate lidarxisitin. Nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk(TV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokrat(PYD), şêniyên navçeya Til Berakê û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo beşdarî merasîmê bûn.

Qada merasîmê bi wêneyên şervanên di Berxwedana Rûmetê yên li di çarçoveya parastina rewa de li Serêkaniyê li ber xwe dan û şehîd bûn û alên QSD`ê hate xemilandin.

Merasîm bi deqakek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê QSD`ê Mezlûm Koçer, ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)Dijwar Ehmed Axa, ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan hevserokê meclîsê ya kantona Qamişlo Mesûm Hesen û ser navê Kongeraya Star Henîfa Mihemed axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan, gelên herêmê û dayîkên şehîdan re xwestin.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku dewleta Tirk rûyê rastîn ê DAÎŞ’ê ye û ji aliyê gelê herêmê ve xweke xwedî dorîkek reş tê nasîn. Di dawiya de axaftvanan soza şopandina rêya şehîdan heta serkeftinê dan û apê şehîd Îymen Hêbê soza xwe di merasîmê de da û got, yan serketin û yan mirin.

Paşê hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan şaxê navçeya Til Hemîsê û hevserokê Meclîsa Navçeyê Salih Xelef nansameya şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Merasîma 17 şehîdan bi sersaxiya malbatên şehîdan bi dawî bû.