Di 24 saetên dawî de bi kêmanî 13 çete hatine kuştin

QSD`ê ragihand ku encama şer û berxwedana 24 saetên dawî ya di çarçoveya parastina rewa de bi kêmanî 13 çete hatine kuştin.

Navendar Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên çalakiyên şervanên QSD’ê ya di çarçoveya parastina rewa û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi kêmanî 13 çete hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne.

QSD’ê eşkere kir ku 12 şervanên wan jî şehîd û 7 jî birîndar bûne.

QSD’ê ev agahî da:“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî li herêmê hevpeymên agirbestê hatin lidarxistin, careke din bi hemû hêza xwe ya teknîkî ji bejahî û hewayî ve li seranserê sînorê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe yên dagirkirin û qirkirinê didomîne û hevpeymanan binpê dike.

ENIYA TIL TEMIRÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe ji bejahî û hewayî bi balafir û çekên giran pêk tîne.

ENIYA EBÛ RASÊN

Artêşa dagirker û çeteyên wê bi tank û çekên xwe yên giran êrişek li ser gundê Til Mihemed pêk anî.

ENIYA EYN ÎSA

Artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê bi çekên giran û tangan bi dijwarî êrişî gundên Xirbet Faris, Şergirakê, Zenûba, Mesûdiyê, Dibis, Xirbet Kerem, Qiz Elî, Kefîfa û Webdê kirin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrişan û şerkî dijwar qewimî. Di encama bersivdanê de li nêzê rêya M4 ya navdewletî 2 wesayîtên leşkerî, wesayîtek doçka barkirî û tankek hatin rûxandin. He rwiha 13 çete û leşker hatin kuştin, 19 ji wan jî brîndar bûn. Di heman demê de tankek hat hedefkirin, rextek û 3 çek jî hatin desteserkirin.

Bi giştî di encama êriş û bersivdayîna hêzên me de, 13 çete û leşker hatin kuştin, 19 ji wan birîndar bûn.

Di vê berxwedanê de 12 hevalên me şehîd bûn, 7 hevalên me jî brîndar bûn.”