QSD: Divê DYE li dijî binpêkirina agirbestê bi erka xwe ya garantorî rabe

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê agirbesta li gel DYE’yê ya 17’ê Cotmehê erê kiribû binpê dike, bi êrîşên ji erdê û bi ÎHA’yan ji esmana ve 182 şervanên QSD’ê û bi dehan sivîl jî şehîd bûne.

Fermendariya Giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk girêdayî binpêkirina Tirkiyê agirbestê û çawa asta keraseta mirovî bi zanabûn zêde dike daxuyaniyek niviskî da raya giştî.

Fermendariyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dewleta Tirk û komên xwe yên çekdar 108 êrîşên bejahî ji destpêka agirbestê ve pêk anîne. Her wiha balafirên dron ên çekdar 82 nuqte bomberbaran kirin. Topavêjên giran jî 110 cihên din li derveyê herêma operasyonên leşkerî yên ku li ser hatiye lihevkirin topbaran kirin.

Daxuyanî wiha ye:

Dewleta Tirk û artêşa wê tevî komên çekdar agirbesta ku di navbera wê û DYA`yê de bi şêwiriya Hêzên Sûriye Demokratîk di 17`ê Cotmehê de hatiye mohrkirin, binpê dike ruxmî ku hêzên me bendên peymanê anîne cih.

Tirkiyê binpêkirina agirbestê didomîne û asta keraseta mirovî bi zanabûn û bi awayekî plankirî zêde dike. Axa Sûriyê derveyî operasyonên leşkerî yên ku li ser hatiye lihevkirin ji Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir dagir dike û tevî vekişîna hêzên me ji wan herêman lê binpêkirinên xwe ji kuştina sivîlan û koçberkirina wan didomîne.

Dewleta Tirk ji roja ragihandina agirbestê ve û heta niha erdnîgariyek bi rûbara 1 hezar û 100 km2 ya ku ji 56 gundan pêk tê, tevî gelek gundik li bakurê bajarokê Eyn Îsa, rojhilatê bajarê Kobanê, rojhilatê Serêkaniyê û bakur rojavayê Til Temirê dagir kir.

Bi rêya binpêkirina agirbestê bû sedema koçberkirina derdora 30 hezar sivîl tevî ku gelek şehîd û birîndar bûn.

Dewleta Tirk û komên xwe yên çekdar 108 êrîşên bejahî ji destpêka agirbestê ve pêk anîne. Her wiha balafirên dron ên çekdar 82 nuqte bomberbaran kirin. Topavêjên giran jî 110 cihên din li derveyê herêma operasyonên leşkerî yên ku li ser hatiye lihevkirin topbaran kirin. Di encamê de û di çarçoveya mafê parastina rewa de 182 şervan ji hêzên me şehîd bûn û 243 jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk û komên wê yên çekdar bi rêya direw û propegandeya xwe hewl dide raya giştî bixapîne ku ew agirbestê pêk tîne. Di dema ku artêşa wê herêmên din ji Sûriyê dagir dike. Çawa aliyek îdîa dike ku ew agirbestê pêk tîne û di heman demê de herêman dagir dike, komkujiyan pêk tîne û sivîlan dide koçberkirin.

Me bi garantorî û navbeynkariya Emerîkî şertên agirbestê qebûl kirin. Divê ew berpirsyariyên xwe wek garantor bîne cih û bersîvek û helwestek diyar li hember binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê nîşan bide. Divê di helwestên xwe de adil be.”