HRE: 3 çete hatin kuştin û 1 jî sax hate girtin

HRE’yê ragihand ku di çalakiyên şervanên wan ên 8’ê Mijdarê ya li gundê Meryemînê ya Şera a Efrînê de 3 çete hatine kuştin û çeteyek jî bi saxî girtine.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çalakiyên wan ên tolhildanê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin. HRE’yê ragihand ku di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li gundê Meryemîn li dijî çeteyên Feyleqa 3 û El Cehbha el-Şamiyê çalakî kirine. Di vê çalakiyê de 3 çete hatine kuştin û çeteyek jî bi saxî hatiye girtin.

HRE’yê ev agahî da.”Di dîroka 8’ê Mijdarê de li gundê Meryemîn ya bi ser navçeya Şera li dijî komên çete yê bi navê Feyleqa 3 û El Cebha el-Şamiyê hêzên çalakiyeke bi şêwazê dizî û serdegirtin lidar xistin. Di encamê de 3 çeteyên koma navborî hatin kuştin û yek ji wan bi saxi hate girtin. Her wiha di çalakiyê de 4 çekên AK-47, 1 çeka RPG-7 û 1 çeka BKC ji aliyê yekîneyên me ve hatiye desteserkirin.”