QSD’ê serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm girt

QSD’ê ragihand ku yekîneyên wan ên Ewlekariyê 6’ê Mijdarê di encama operasyonek taybet de serçeteyê Ceyş el Îslam ê bi navê Îsmaîl Zaîm girtine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm birayê Mihemed Zaîm ê yek ji çeteyê di dîmenekê de êşkence li cenazyê şervana şehîd a YPJ’ê Amara Rênas dikir bi operasyonek taybet girtine.

QSD’ê ev agahî da:

“Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên ser bi wê ve, li gel êrîşên dagirkeriyê yê li bakûrû Sûriyê û rojavayê Kurdistanê, bi armanca avakirina gengeşî û alozî di nav gel de şaneyên xwe yên veşartî dixin tevgerê û plansaziyên êrîşan dikin. Yekîneyên me yên Ewlekarî, demek dirêj e kesên ku li hemberî gel û hêzên me yên leşkerî plansziya êrîşan dikirin şopandin.6’ê Mijdarê di encama şopandina dirêj de hêzên me bi operasyoneke taybet serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm girtin. Serçete, birayê serçeteyek din bi navê Mihemed Zaîm e ku di nav êrîşan dagirkeriyê de bi awayek çalak cih digire. Mihemed Zaîm yek ji çeteyên ku êrîşî cenazeya şervana YPJ’ê şehîd Amara Rênas dikirin e. Hate tesbîtkirin ku serçeteyê niha di nav Ceyş el-Îslam de tevdigere, bi birayê xwe re di nav pêwendiyê de bû da ku li hember fermandarên QSD'ê plansaziyên êrîşan pêk bînin.”