Dagirkeran êrişî gundên Eyn Îsa û rêya M4 kirin

Dewleta Tirk a dagirker êrişî rêya M4 a navbera Kobanê û Eyn Îsa û gundên herêma Eyn Îsayê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker ji Pêncşemê ve hewl dide rêya bejahî ya M4 qut bike. Êriş Pêncşemê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatibûn têk birin. Dagirkeran careke din êriş kirin. Li herêmê şer diqewime.

Ji fermandarên QSD'ê Ristem Hesekê ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi taybetî dixwaze rêya M4 a ku ji aliyê gel ve tê bikaranîn qut bike û got, "Bi vî rengî hewl dide têkiliya navbera herêman qut bike."

Dagirkeran her wiha êrişî gundên Um el Beremil û Şergirat ên herêma Eyn Îsayê kirin. Li herêmê şer diqewime.