Şehîdên Berxwedana Rûmetê spartin axê
Bi hezaran şêniyên Hesekê û gundewarên wê, bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê spartin axê.
Bi hezaran şêniyên Hesekê û gundewarên wê, bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê spartin axê.
Girseya gel cenazeyê şehîd Ehmed Ebdullah (Egîd Hesekê), Hesen Salih (Firat Hesekê) û Sîrac Mûrad (Îzêl Badînî) ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî bi dehan wesayîtên ku bi wêneyên şehîdan hatibûn xemilandin, ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ya bakurê bajarê Hesekê, ketin rê.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve destpê kir. Piştre jî li ser navê Serokatiya Karûbarên Şehîdan Welîde Botî axivî û got:"Em li pêşiya şehîdên ji bo rûmet û azadiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê fedakarî dane, bejin xwe ditewînin û dibêjin ku dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin destkeftên bi fedakariya şehîdên me yên qehreman hatine pêk anîna, têk bidin."
Ji fermandarên QSD’ê Ziyab El-Hesekê jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Em ji malbatên şehîdan re yên ji bo jiyana hevbeş canê xwe dane, sersaxiyê dixwazin û soz didin heta dawiyê em ê li ser rêya wan bimeşin.”
Piştre nasnameyên her sê şehîdan ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Di dewama merasîmê de nasnameya 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê Yûsif Omer (Intiqam Hesekê), Mihemed Ebdullah (Mezlûm Hesekê), Ebdulhemîd Elî (Rohat Hesekê), Malik Elî (Kabar Hesekê) û Zubêr Hiso (Goran Hesekê ) hate ragihandin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîdan bi dirûşman spartin axê.