‘Divê şerê gel ê şoreşgerî pêş bikeve’

Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku divê li dijî êrîşên dewleta Tirk di nava gel de şerê gel ê şoreşgerî pêş bikeve û gotin, “Tevî her tiştî em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin.”

Êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Her roj zarok, kal û jin tên qetilkirin.

Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk nerazîbûnên xwe anîn ziman, diyar kirin ku di dîrokê de her tim Kurd ji ber ne rêxistinbûnê hatine qirkirin û dan zanîn ku ew ê li dijî êrîşan bi fikira Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe rêxistin bikin û axa xwe biparêzin.

‘DIVÊ GEL XWE LI DIJÎ ÊRÎŞAN RÊXISTIN BIKE’

Endama Rêveberiya Hêza Parastina Civakî ya Hesekê Mihemed Cemîl Îbrahîm da zanîn ku ger daxwaza jiyankirinê hebe divê her kes beriya her tiştê xweparastinê esas bigre û wiha got: “Divê gel xwe li dijî êrîş û gefên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi rêxistin bike. Ji destpêka şoreşê û heya niha ji bo parastina destkeftiyên şoresê, xweparastin hate esas girtin. Li ser vê bingehê ji bo gel, gelek civîn û perwerde hate dayîn. Ewilî hêza parastina cewherî di nav civakê de hate naskirin. Piştî naskirinê û plansaziyên sazî û navendên bajar, di hemû taxan de bi awayek rêk û pêk xebata parastina civakî hate kirin.

Cemîl Îbrahîm diyar kir ku ger dijmin êrîşê herêmê bike ew ê heta dawiyê axa xwe biparêzin û wiha dewam kir: “Parastin ji bo gelê Kurd mîna nefeseke girîng e. Nerêxistinbûna gel di dîrokê de her tim bi qirkirinê re encam bûye. Lewra, ev yek ji bo me bûn ezmûneke. Me di rêxistinkiria gel de fikira Rêber Ocalan da pêşiya xwe. Rêbertî dibêje: ‘Divê di destpêka şoreşê de rêxistinbûna gel bê esas girtin. Ger gel xwe bi rêxistin bike tu şerê taybet wê bandorê li wan neke’. Ji ber vê yekê heta dawiyê em ê axa xwe biparêzin.”

‘BILA GEL ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ PÊŞ BIXE’

Endama rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Ednan Şêx Mihemed jî qala şerê gel ê şoreşgerî kir û wiha bi lêv kir “Divê li gorî rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye, şerê gel ê şoreşgerî baş were naskirin û pêkanîn. Şoreşa Rojava ne tenê ji bo me ye, şoreşa hemû mirovahiyê ye. Niha em rewşa heyî binêrin, dewletên desthilatdar her roj êrîşî gelê Kurd dikin, her roj zarok, kal û jin tên qetilkirin.”

Şêx Mihemed diyar kir ku divê li dijî van êrîşan şerê gelê şoreşgerî pêşbikeve û wiha anî ziman: “Divê gel ji bo parastina axa xwe şev û roj li ser piyan be. Berxwedana ku îro li Şehbayê tê raberkirin, misogerkirina rizgarkirina Efrînê ye. Ji bo vê yekê dewleta Tirk nahêle ku gel bi awayekî aram li Şehbayê bijî. Her roj topan li Şehbayê dibarînê. Ji ber berxwedan û hebûna gelê Kurd tune bikin êrîş dikin. Pêwist e li dijî rewşa heyî şerê gelê şoreşgerî were pêşxistin.”