Li Helebê merasîma pîrozbahiyê ya 15’ê Tebaxê hat lidarxistin
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya salvegera 38. a 15’ê Tebaxê pîrozbahiyek lidar xistin.
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi boneya salvegera 38. a 15’ê Tebaxê pîrozbahiyek lidar xistin.
Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê salvegera 38. a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir. Pîrozbahî ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve li ber navenda tevgerê ya li beşê rojava yê taxê hat lidarxistin.
Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek têkildarê Pêngava 15’ê Tebaxê hate temaşekirin.
Piştre Koma Şehîd Nûjiyan Ocalan a çand û hunerê ya girêdayî Yekîtiya Jinên Ciwan û Koma Kulîlkên Pêşerojê ya girêdayî navenda Cemîl Horo ya çandê stran û govend pêşkêşkirin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.