Zarokên şehîdan bang li QSD'ê kirin: Nehêlin zarok bêbav û bêdayik bimînin

Zarokên malbatên şehîdan bang li QSD'ê kirin ku sîxuran ji nava civakê derxînin û bi vî rengî nehêlin ku êdî zarok bêbav û bêdayik bêne hiştin.

Zarokên malbatên şehîdan ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, li Meclîsa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre jî daxuyanî ji aliyê Esed Ehmed Bozî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em pêngava 15’ê Tebaxê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li tevahî gelan pîroz dikin. Em ê bi vî ruhî serketinê bi dest bixin. Bi 15’ê Tebaxê re gelê Kurd hate naskirin û hebûna Kurdan hate îspatkirin.

Em bang li hêza xwe ya QSD’ê dikin ku sîxuran ku di nava me de derketine, bi rêya gel werin dadgehkirin ku zarok bêbav û bêdayîk nemînin. Em bang li li dewletên navneteweyî dikin ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin û êrîşên balafirên bêmirov a dewleta Tirk bidin rawestandin. Bila êdî kezebên dayîkan neşewitînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo aramiya zarokan bang li mafên zarokan hat kirin ku li ser erkên xwe bisekinin.