PYD’ê 15’ê Tebaxê silav kir

PYD’ê bi peyamek nivîskî salvegera Pêngava 15’ê pîroz kir û got: “Divê em bêhtir girêdayê fikir û felsefeya Pêngava 15’ê Tebaxê bibin.“

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 38’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê peyamek nivîskî weşand.

PYD’ê di peyama xwe de ev tişt got:

“Em salvegera 38`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê, roja vejînê ya gelê Kurd û gelên Kurdistanê, di serî de li rêber şoreşa mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdên azadî û rûmetê û hêzên leşkerî û şoreşger ên li dijî faşîzmê têdikoşin, li hemû şoreşgerên azadiyê pîroz dikin.

Ev boneya ku di kesayeta fermandarekî leşkerî de hat rûnişkandin ku di xwe de hemû nirxên mirovahiyê çandin, îro bûye minareyek di dîroka gelên herêmê de û feraseteke şoreşgerî ber bi azadî û demokrasiyê ve.

Guleya ewil a di şexsê fermandarekî leşkerî de hat berdan, di dîroka gelên herêmê de bû feraseteke bi şoreşgerî ku ber bi azadî û demokrasiyê ve diçe.

Pêngava 15`ê Tebaxê ku di aliyên têkoşîna fikirî, siyasî û leşkerî de xwedî wate û naverok e, êdî bûye teoriyek ji teoriyên dibistana fikirî ya demokratîk a Rêber Abulllah Ocalan ku ji sînorên cografî û nasnameyî yên gelên Rojhilata Navîn û cîhanê derbas kir.

Ruhê ku biryardariya Pêngava 15`ê Tebaxê afirandiye, îro biryardariya serkeftinê ya şoreşgerên azadiyê li tevahî herêmê afirandiye. Ev ruh êdî bingeha feraseta jiyana azad û bingeha şoreşa civakî û şoreşa jinan e. Her wiha zemînê civaka demokratîk a li gorî pîvanên neteweya demokratîk e. Di demekê de ku rejîma desthilatdar a faşîst, ber bi dawîbûnê ve diçe, berxwedana gelên şoreşger gihîştiye lûtkeyê û ji her demê zêdetir îro nêzê azadî û demokrasiyê ne. Li ser vî esasî divê em zêdetir girêdayê fikir û felsefeya Pêngava 15`ê Tebaxê bin û xwe tê de kûr bikin. Em cardin salvegera Pêngava 15`ê Tebaxê li Rêber Abdullah Ocalan, şoreşgerên azadiyê, gelên Kurdistanê û tevahî gelên şoreşger ên Sûriyeyê pîroz dikin.”