Nûbar Ozanyan bi merasîmekê hate bîranîn

Nûbar Ozanyan di salvegera 5'an a şehadeta xwe de li Qamişloyê hate bîranîn. Di bîranînê soz hate dayin ku li dora mîrateya wî Şoreşa Rojava bê parastin.

Fermandarê TKP/ML-TÎKKO Nûbar Ozanyan ku 14'ê Tebaxa 2017'an li Rojava şehîd bû, di salvegera 5'an a şehadeta xwe de li Qamişloyê bi merasîmeke TKP-ML hate bîranîn.

Bîranîn bi merasîma leşkerî ya şervanên Tûgaya Şehîd Nûbar Ozanyan destpê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Fermandarê Tûgaya Şehîd Nûbar Ozanyan Antranîk Melkonyan axivî.

Antranîk Melkonyan got, "Şehîdên me ku bîranîn û têkoşîna wan di bîra me de ne, ji bo gelan hemûyan rêya xwegihandina nirxên me, pîvan û azadiyê ye." Bi dewamî got, "Em bi biryardariyeke mezin xwedî li têkoşîna fermandarê xwe Nûbar Ozanyan derdikevin. Di sala 5'emîn a şehadeta wî de dilsoziya bi têkoşîna wî re diyar dikin."

Antranîk Melkonyan got, "Em di her bihosta xaka Şoreşa Rojava de ku fermandarê me Nûbar Ozanyan ew parast, em ê biparêzin."

Çalakiya bîranînê piştî merasîma leşkerî li salonê dewam kir.

Bi navê Meclîsa Civakî ya Ermen Anahît Kasabiyan axivî û got, "Nûbar Ozanyan ku beriya 5 salan me ew ji dest da, bi kesayetiya xwe ya komunîst, dilnizm û fedakar her tim rêya têkoşîna me ronî dike."

Anahît Kasabiyan bi dewamî got, "Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser xaka me, ji bilî têkoşînê rêyeke me ya din nîne. Xweparastin û têkoşîna li dijî faşîzmê yekane rêya me ye."

Di bîranînê de piştre sînevîzyonek bi Erebî ya li ser têkoşîna Nûbar Ozanyan hate nîşandan. Bîranîn bi sirûdên Tirkî û Erebî bi dawî bû.