Malbatên Şehîdan: Cihê çareseriyê Sûriye ye!

Saziya malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da û diyar kir ku cihê çareseriya aloziya li Sûriyeyê, ne welatên ji derve, Sûriye bixwe ye.

Bi dehan malbatên şehîdan li taxa Zorava ya Şamê kom bûn û ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da. Endama Komîteya Birîndaran Zeyneb Omer, daxuyaniya Saziya Malbatên Şehîdan xwend.

Di daxuyaniyê de saziyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şermezar kir û da zanîn ku di encama êrîşên li dijî herêmê de, bi dehan sivîl û zarok şehîd bûne û îşaret bi wê yekê kir ku dewleta Tirk a dagirker, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku beşek ji Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ye, dike hedef.

Di daxuyaniyê de bang li dewletên têkildarê mijara Sûriyeyê, hat kirin ku helwesta xwe li dijî êrîşên rojane yên li dijî gelê herêmê nîşan bidin, lê bêdengiya dewletan, nîşaneya erêkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker e.

Saziyê, her wiha bang li Sûriyeyî û welatparêzan kir ku aloziya Sûriyeyê bi rêya civînên ji derve û herêmî çareser nabe, ji ber ku her dewletek doza berjewendiyên xwe dike û destnîşan kir ku divê cihê çareseriyê Sûriye be.