Cenazeyê Şehîd Necîm El Mihêmîd hat veşartin

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê şehîd Necîm El Mihêrmîd hate veşartin.

Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê şehîd Necîm El Mihêrmîd hate veşartin. Girseya gel li ber Nexweşxaneya Şehîd Sarya ya li bajarê Hesekê kom bû û ber bi goristana Şehîdan a li Şedadê ve çû. Şervanên QSD’ê li wir merasîmeke leşkerî li dar xist, piştre endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarokê Sor ê Dêrazorê Xeys El Îbrahîm axivî û şehîdên ku bi xwîna xwe destanên lehengiyê nivîsîne, silav kirin.

El Îbrahîm destnîşan kir ku ew cenazeyê şehîdekî din ê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê vedişêrin û got: “Şehîdan teqez kir ku berxwedan navnîşana wan û serkeftin jî armanca wan e.”

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Seîd El Xerîb jî wiha axivî: “Îro em lehengekî din ji lehengên meclîsê ku dema bi erka xwe ya leşkerî radibû ji aliyê xayinan ve hate şehîdxistin, dişînin.”

Seîd El Xerîb anî ziman ku şehîd Necim El Mihêmîd ji bo gel bi aramî bijîn, canê xwe feda kir, lewma ew ê heta pêkanîna serkeftinê şopdarên rêya wan bin.

El Xerîb destnîşan kir ku wan bi armanca pêkanîna projeya demokratîk û azad ji hemû pêkhateyan bi hezaran şehîd dane.

Di dawiyê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Deham Ferec, nasnameya şehîd xwend û radestê malbatê kir. Cenazeyê şehîd, bi berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.