Cenazeyê Şehîd Radî û Yûsîf hatin veşartin
Cenazeyên Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Radî Mizel Osman û Yûsif Mihsin El Metras ên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Goristina Suryaniyan ya li Hesekê hatin veşartin.
Cenazeyên Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Radî Mizel Osman û Yûsif Mihsin El Metras ên ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Goristina Suryaniyan ya li Hesekê hatin veşartin.
Şêniyên bajarê Hesekê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Radî Mizel Osman (Îsa) û Yûsif Mihsin El Metras (Nînos) li Goristana Şehîdên Suryan-Asûr ya li bajarê Hesekê bi rê kirin.
Şêniyên bajarê Hesekê yên Ereb, Kurd, Asûrî û Ermenî cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan ji pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin û bi dehan wesayîtan ber bi Goristana Şehîdên Suryanî-Asûrî ya li bajêr ve çûn.
Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan di 13’ê Tîrmehê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundên Dirdara û Qibûr El Qeracne yên navçeya Til Temirê de, du şervanên wan şehîd bûne.
Saziya Malbatên Şehîdan a Suryanî-Asûrî merasîma veşartina her du şervanan orgenîze kir û li goristanê Hêzên Sotoro merasîmeke leşkerî li dar xistin.
Di merasîmê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Efram Îshaq axivî û got: “Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve û heta niha gelek aliyên navneteweyî hewl didin li ser hesabên gelê me û hebûna me, berjewendî û armancên xwe pêk bînin.”
Îshaq diyar kir ku ji destpêkê ve ewladên wan bi saya projeya serkeftî ya Rêveberiya Xweser ku her kesî digire nav xwe, parastina xak û herêmên xwe û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de dikin. Îshaq îşaret bi gefên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca tunekirina gelên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi hev re dijîn, kir û got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî aştîxwaz e û dixwaze azad bijî. Gelê me dixwaze sîstema demokratîk xurt bike û di rêya wê de hemû pêkhateyan berdêl da.”
Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryan Yaqûb Hanûn jî axivî û ragihand ku ew îro du lehengan bi rê dikin, yên ku di rêya jiyaneke bi rûmet de cane xwe feda kirin û li dijî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker sekinîn.
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Matay Hena jî anî ziman ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji gef û êrîşên li ser gundên Suryanî-Asûriyan, têkbirina hebûna vê pêkhateyê ye. Hena soza tolhildana şehîdan û rizgarkirina herêmên Sûriyê yên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, da.
Di dawiya merasîmê de endama Saziya Malbatên Şehîdan a Suryaniyan Hesna Êlo nasnameya her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.
Piştre cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîdên Suryanî-Asûriyan hatin veşartin.