'Bi Rêber Apo re hêviya gel jinûve zindî bû'

Hevserokê Desteya Maliyeyê ya Rêveberiya Xweser a Efrînê Arîf Şêxo ku firsend dît du caran Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîne, wiha got, "Bi derketina Rêber Apo û partiyê re li Kurdistanê hêviya gel jinûve zindî bû."

Hevserokê Desteya Maliyê ya Efrînê ya li Şehbayê Arif Şêxo têkildarî hevdîtina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û her wiha mijarên ku di wê demê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser nîqaş dikir, ji ANF’ê re axivî.

Arif di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji ber encamên ku berê derketine li ser esasê hilweşandina serhildanan, kesayetên di Kurdistanê de jî hatibûn hilweşandin û destnîşan kir ku bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re desketiyên nû hatin avakirin, ji ber vê yekê jî Kurdên ku rastî zordestiyê hatine û ji partiyên berê encam negirtibûn, nêzî PKK’ê bûn.

‘BI SAYA RÊBER APO KESAYETÊN NÛ HATIN AVAKIRIN’

Arif Şêxo ragihand ku ji sala 1980’an û heta 1990’an li Helebê bû û du caran bi bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Di wê demê de welatparêzî hatibû lewazkirin, kesayet û hêvî di Kurdistanê de nema bû. Her wiha ji bo avakirina şoreşê bingehek tune bû, lê bi saya Rêber Apo nasname di Kurdistanê de careke din hate avakirin. Ew kesayeta ku Rêber Apo dixwest di Kurdistanê de avabibe pêşket. Ji ber ku Rêber Apo her tim di nîqaşên xwe de qala girîngiya gelan dikir. Bi vê yekê re asta welatparêziyê berfirehtir dibû. 

Di wê demê de her kes li benda şoreş û kesayeteke wiha bû. Gelê Kurd ên li Heleb û Efrînê ji şoreşê re ji nû ve bûn bingehek. Her kesê ew kesayeta ku dijmin di hundir de avakirî, derbas kir û kesayetek ji nû ve ava kir. Gelek partî hebûn, lê nedikarîn bibin şoreşger û wê kesayeta ku dijmin avakirî derbas bikin. Lê bi saya Rêber Apo her kesê kesayeta xwe ji nû ve ava kir.”

‘DOSTÊN PKK’Ê LI HER DERÊ BI EXLAQ, ÎRADE, BIRYAR Û KESAYETA RAST VE MÎNAK IN’

Şêxo bal kişand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir girîngî dida rihê komînaltiyê û wiha pêde çû: “Bi deh hezaran kes dixwestin tevlî şoreşê bibin, lê Rêber Apo dixwest ku ew kesayet zêdetir civak û şoreşê nasbikin û piştre tevlî şoreşê bibin. Ev yek jî bû sedem ku şoreşgerên pir mezin derbikevin û li gorî destûrên dewletan kar nedihat kirin.

Em bi dostên PKK’ê dihatin naskirin û dostên PKK’ê li her derê bi exlaq, îrade, biryar û kesayeta rast ve mînak in. Ew jî bû bingehek ku îro li çar parçeyên Kurdistanê şoreş bên kirin. Rêber Apo ferq û cudahî nedixist di navbera tu kesî de û her tim civîn lidar dixistin. Civak li gorî encamên wan civînan dimeşiya.”

Hevserokê Desteya Maliyê ya Efrînê ya li Şehbayê Arif Şêxo di dawiya axaftina xwe de îşaret bi dîroka nû ya ku di wê demê de hatî nivîsandin kir û da zanîn ku bi saya heqîqeta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kirî, di hundirê her kesekî de vejînek çêdibû.