'Festîvala Şehîd Berçem wê bibe bersiva herî xurt ji dagirkeran re'
Festîvala Şehîd Berçem ku li Helebê tê lidarxistin, di roja 3'emîn de bi coşeke mezin dewam dike.
Festîvala Şehîd Berçem ku li Helebê tê lidarxistin, di roja 3'emîn de bi coşeke mezin dewam dike.
Festîvala Şehîd Berçem ku 13'ê Tebaxa 2022'an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê destpê kir û wê 3 rojan dewam bike, bi coşeke mezin dewam dike.
Nêzî 135 jin ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Eyn Dîwar, Reqa, Tebqa, Efrînê, Kobanê û Hesekê beşdar bûn. Jin berhemên xwe bi rêya komên hunerî yên cuda nîşan didin.
Der barê festîvalê ji rêveberiya Tevgera Hîlala Zêrîn a Kobanê Mîrxan Îsmaîl axivî û diyar kir ku ew bi navê koma Şehîd Canda tevlî festîvalê bûne. Mîrxan Îsmaîl ragihand ku armanca wan ew e ku festîval dewlemendtir bibe û çand, hunera gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevgirtina wan nîşan bidin.
Mîrxan Îsmaîl bal kişand ser hewldanên dagirkeran ên ji bo têkbirina hevgirtina pêkhateyên herêmê û destnîşan kir ku festîval li dijî van hewldanan peyameke zelal e.
Ji beşdarên festîvalê Rehef Zilfo jî ku bi navê koma Stêra Zêrîn tevlî bûye, diyar kir ku nêzî 3 meh in amadekariya vê festîvalê dikin û wiha dewam kir, "Di festîvalê de gelek pêkhateyan cih girtine, weke Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkman. Ji bo mozaîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahiya cîhanê bê dîtin ev festîval hatiye lidarxistin."
Kewser Xelef jî ku yek ji xelkê Reqayê ye û başdarî festîvala Şehîd Berçem bûye diyar kir ku bi vê festîvalê yekîtiya ku di navbera gelê herêmê de weke Kurd û Ereb û hwd. derket holê, ji ber wê ev festîval bersiva herî xurt ji dagirkeriyê re ye ku ew yek in û ew ê bi ser bikevin.
Her wiha Jînda Sozda endama koordînasyona Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê festîval diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan kir.
Di dawiyê de ciwana bi navê Zêneb Îshaq ji pêkhateya Çerkesî diyar kir ku ew başdarî vê festîvalê bûye ji bo çand û huner xwe ya Çerkesî bi cîhanê bide naskirin.