Ehmed Xoca: Dewleta Tirk li hember vîna gel wê têk biçe

Endamê Rêveberiya PYD’ê Ehmed Xoca 38’emîn salvegera 15’ê Tebaxê li gelên Kurdistanê pîroz kir û got, "Dewleta Tirk a dagirker wê li hember vîna gel a Pêngava 15’ê Tebaxê têk biçe."

Ji Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê Ehmed Xoca bi wesîleya 38’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivî.

‘PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ JI BO KURDAN GAVA BER BI AZADIYÊ VE YE’

Ehmed Xoca di serî de pêngava 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Kurdistanê, şervanên ku di çeperan de li dijî hêzên dagirkeriyê li ber xwe didin û tevahiya gelê Kurd pîroz kir. Xoce diyar kir ku pêngava 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan gava ber bi azadiyê ve ye û wiha got, "Serhildanên Kurdan ên ku beriya derketina PKK’ê û Pêngava 15’ê Tebaxê her tim hatiye çewisandin. Ji ber wê rol û girîngiya pêngava 15’ê Tebaxê hebû. Hêzên desthilatdar û dagirker her dem digotin ‘me kurdan kirine bin axê û li ser wan beton rijandiye.’ Di rastiyê de gelê Kurd ji aliyê ziman, çand, dîrok û nasnemeyê ve hatibûn dûr xistin."

15’Ê TEBAXÊ BÛ SEDEMA HIŞYARIYA GELÊ KURD

Xoca anî ziman ku beriya derketina Tevgera PKK’ê li Kurdistanê tevahî nirxên çandî ber bi tinebûnê ve diçû û wiha domand, "Gelê Kurd bi derketina PKK’ê re êdî ber bi jiyanek azad ve gav avêt. Xwe bi rêxistin kir û bi avêtina guleya yekem a ji aliyê fermandarê PKK’ê Egîd (Mahsum Korkmaz) ve îro artêşek mezin a parastina gelê Kurdistanê hat avakirin. Pêngava 15’ê Tebaxê bû sedema hişyariya gelê Kurd. 15’ê Tebaxê roja vejînê ye. Ne tenê ji bo gelê Kurdistanê, ji bo tevahî gelên bindest wek rojek hilhat. Li ser bingeha pêngava 15’ê Tebaxê, li Rojavayê Kurdistanê Şoreşa 19’ê Tîrmehê hat îlankirin û gel jiyana xwe li gorî paratinê bi rêxistin kir."

LI DIJÎ ZILMÊ XETA BERXWEDANÊ

Xoca destnîşan kir ku hêzên desthilatdar ên weke dewleta Tirk a dagirker, têk çûna xwe ya bi pêngava 15’ê Tebaxê re destpêkiriye, ti caran nepejirandine û ji ber vê yekê bi awayek hovane êrîşê destkeftiyên gelê Kurdistanê dike û wiha dewam kir, "Armanca dagirkeriyê tunekirine. Ji roja destpêkê ve dixwazin li ser hebûna gelê Kurdistanê xwe bi hêz bikin. Gelê Kurd bi pêngava 15’ê Tebaxê re helwest û sekna xwe diyar kir. Li dijî zilmê xeta berxwedanê hilbijart."

DESTHILATDAR TÊK DIÇIN

Ehmed Xoca di dawiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî bibîr xist û wiha axivî, "Dewleta Tirk êrîşî projeya Netewa Demokratîk a gelên li herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê dike û dixwaze têk bibe. Desthilatdarên Tirk berê jî digotin ‘em ê Kurdan tune bikin’. Lê di rastiyê de ew têk diçe. Gelê me dê li ser bingeha welatparêzî û berxwedanê bigihêje serketinê. Dewleta Tirk a dagirker dê li hember vîna gel a Pêngava 15’ê Tebaxê têk biçe."