Di êrîşa dewleta Tirk de nûçegihanê ANHA'yê şehîd bû

Li bajarê Dêrikê, di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ku bi balafiran kir, nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah şehîd bû.

Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev li gel herêmên Kobanê, Şehba û Zirganê, gundê Teqil Betil ê girêdayî bajarê Dêrikê yê Kantona Qamişlo jî bombebaran kir. Piştî êrîşa yekemîn şêniyên herêmê xwestin xwe bigihînin cihê bombebaranê.

Peyamnêrê ajansa ANHA'yê Îsam Ebdullah jî ji bo ku rewşê bişopîne çû cihê bûyerê. Li di wê de balafirên dagirkeran cara duyemîn bombe barandin.

Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn. Nûçegihanê ANHA'yê Îsam Ebdullah ku ew jî birîndar bibû,  nehat rizgarkirin û şehîd bû.