Balafirên şer ên dewleta Tirk, Rojava bombebaran dikin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker qadên Kobanê, Şehba, Dêrik û Zirganê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dikin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Kobanê ya ku dikeve rojavayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; gundê Belûniyê yê girêdayî Şehbayê ya ku dikeve başûrê rojavayê Kobanê bombebaran dike.

Dewleta Tirk bi balafirên şer gundê Teqil Beqil ê nêzê Qereçox a girêdayî Dêrikê ya li rojhilatê Herêma Xweser jî bombebaran dike.

Dagikeran li ambara genim Dehir Ereb a li bakurê rojhilatê Zirganê jî, xistin.