PYD: Gelê me wê xwe û rûmeta xwe ji êrîşên hovane biparêze

Meclîsa Giştî ya PYD'ê diyar kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan nikare vîna gelê herêmê bişikîne û got, "Gelê me dikare xwe û rûmeta xwe li hember destwerdana hovane û planan biparêze."

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) der barê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya PYD’ê de ev tişt hate gotin:

“Dewleta Tirk a faşîst her dem mayînA xwe bi bindestkirin û mêtingerkirina gelên herêmê ve girêda ye. Bi taybetî ji bo ku gelê Kurd tune bike û ji hemû aliyan ve qir bike, her dem êrîş dike. Ji damezirandina komara xwe ve, tunekirin û koçberkirina gelê Kurd kiriye bingeha stratejiya xwe. Ji bo wê tevahî planên Osmaniyan dîsa bi serê gelê Kurd pêk tîne. Ji bo wê jî hemû amûr û ajandeyên xwe yên terorîst bi kar anîn. Dema bi ser neket bi xwe destwerdan kir û herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin û ew kirin navenda terorsîtan da ku li dijî kesên li dijî rêgezên wê der dikevin bi kar bîne.

Dema siyasetên wê yên qirker û hovane li Bakur û Başûrê Kurdistanê têk çûn, berê xwe da Rojava da ku serketinekê bi dest bixe, ji bo emrê hevalbendiya xwe ya faşîst a li Tirkiyê dirêj bike. Ji bo wê berê xwe da gelek lîstokên qirêj da ku hincetan derxe û pê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Ji ber vê, êrîşa terorîst a li Stenbolê plan kir û pê saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tawanbar kir. Ji bo desthilatdariya xwe dirêj bike, welatiyên xwe yên sivîl qetil kirin.

Hemû saziyên Rêveberiya Xweser û QSD`ê ev êrîş şermezar kir û gotin têkiliya wan pê tune ye. Her wiha diyar kirin ku dewleta Tirk wê dike hincet da ku êrîşî herêmê bike. Lê tevî ku ev dek û dolap ji cîhanê û kolana Tirkiyê re eşkere bû jî, bi hêzên xwe yên hewayî duh êvarê ji Efrîn, Şehba, Kobanê heta Dirbêsiyê û Dêrikê êrîş pêk anî. Di encamê de bi dehan kes şehîd bûn û birîndar bûn. Hîna jî em nizanin heta kengî dê hovîtiya wê bidome.

Em ji dewleta Tirk re teqez dikin ku, bi van êrîşan, wê nekaribe vîna gelê herêmê bişkîne. Gelê me dikare xwe û rûmeta xwe li hember destwerdana hovane û planan biparêze. Em bang li pêkhateyên Sûriyê dikin ku li ber xwe bidin, li ser bingeha parastina rewa nirx û rûmeta xwe, dîrok û mafên xwe yên demokratîk biparêzin. Em bang li hemû hêzên parêzvanên demokrasiyê û nirxên mirovahiyê dikin ku li hember vê terorê û hovîtiya dewleta Tirk a faşîst, li rex gelê herêmê bisekinin. Ji ber ku ev dek û dolapên dewleta Tirk û hovîtiya wê êdî li ser hemû gelên herêma Rojhilata Navîn xeter in. Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Emerîkayê berpirsên hovîtiya dewleta Tirk a li ser gelê me û destkeftiyên wê ne."