Foza Yûsif: Em serî natewînin

Endama Desteya Serokatiya PYD'ê Foza Yûsif êrîşên dagirkieriyênirxand û diyar kir ku ew ê li hemberî tu êrîşan serî netewînin.

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî. Yûsif di destpêkê de diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî hovane û li ber çavê cîhanê û hêzên navnteweyî yên li Sûriyê êrîşî herêmê dike û got: "Em vê êrîşa dijminane û bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar dikin ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û yekitiya xaka Sûriyê dike hedef. Ev êrîş beşek ji siyasetên qirkirinê ye ku dewleta Tirk li dijî me pêk tîne."

Yûsif anî ziman ku şerê terorî yê ku dewleta Tirk ragihandiye gefek li ser tevahî Sûriyê ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze tirsê bixe dilê pêkhateyên herêmê û herêmê vala bike. Yûsif bang li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî siyaseta qirkirinê helwestekê nîşan bidin û girêdana xwe bi xaka xwe û nirxên wê ve diyar bikin.

Yûsif got ku divê gelê me bi hemû pêkhateyên xwe di rewşeke awarte de bin, bi hêzên xwe û bi Rêveberiya Xweser re bisekinin. Yûsif wiha dawî kir: “Bila tevahî cîhan bizanibe ku em serî ji van gefan re natewînin, em ê parastina xwe bikin û tola şehîd û birîndarên xwe hildin."