Li Dêrikê 9 sivîl, li Şerayê jî 10 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de li Dêrikê 9 sivîl, li Şerayê jî 10 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan.

Dewleta Tirk a dagirker doh bi şev bi balafiran êrîş bir ser herêmên Kobanê, Şehba, Zirganê û Dêrikê. Li gundê Teqil Betil ê Dêrikê bombe li wesayitekê hate barandin.

Di vê êrîşê de 2 kes şehîd bûn. Piştî êrîşê şêniyên herêmê xwestin biçin cihê bombebaranê û birîndaran rakin. Lê balafirên dagirkeran vê carê jî bombe li xelkê kombûyî bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de 7 kes şehîd û 3 kes jî birîndar bûn. Di nava şehîdan de nûçegihanê ajansa ANHA'yê Îsam Ebdullah jî heye.

Li gundê Şêwarxa ya navçeya Şera ya Kantona Efrînê jî êrîş li ser nuqteyên leşkerî yên rêveberiya Şamê hate kirin.

Li gorî agahiyan di êrîşan de 10 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 5 jî birîndar bûn.