Remziye Mihemed: Jin wê serî li ber êrîşên faşîst netewînin

Berdevka Kongreya Star Remziye Mihemed diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê nîşaneya têkçûna li hemberî gerîlayên azadiyê ye û bang li gel kir ku bi şev û roj li ber xwe bide.

Remziye Mihemed diyar kir ku êrîşa dewletê li ser Kobanê hate kirin û got, "Êrîşa li ser girê Miştenûrê hewldanek ji bo şikandina îradeya ku DAÎŞ têk biriye, li hemberî îradeya Arîn Mîrkan e û ji bo hilanîna tolê ji vî bajarî ye. Êrîşên li ser Til Rifet, Qereçox û Dirbesiyê jî nîşaneya têkçûna li Kurdistanê ye. Radixe pêş çavan ku hem li hemberî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem jî li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têk çûye. Peyama 'binerin hêza min heye, hîn jî dikarim li her derê şer bikim' dide gelê Tirk."

GEL WÊ SERÎ LI BER ÊRÎŞÊN FAŞÎST NETEWÎNE

Remziye Mihemed got, "Di her êrîşê de destpêkê jin ên pêşeng dikin hedef. Lê belê nekarîn berxwedanê bişikînin, berevajî berxwedan xurtir bû. Jinan li hemberî êrîşên faşîst serî netewandin û wê netewînin."

Remziye Mihemed bi bîr xist ku gelên Kurd, Ereb, Çerkez, Tirkmen û Ermen bi salan e bang dikin ku qada hewayî li dewleta Tirk bê girtin, lê belê hêzên navneteweyî xwe bêdeng dikin û got, "Banga me heta niha li ber çavan negirtin. Îradeya me hebûna me ye. Êdî gelê me ji gotinên 'em ji bo mafên mirovan li vê derê ne' bawer nake. Gelê me heta niha bi hêza xwe têkoşiya, li ber xwe da, berdêl da." Remziye Mihemed destnîşan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk wê gel li qadan li ber xwe bide.

'LI DIJÎ DESTHILATDARIYA RIZIYAYÎ BIBE DENGÊ AZADIYÊ'

Remziye Mihemed got, "Saziyên demokratîk divê li hemberî bêdengiya dewletan tevlî têkoşînê bibin. Li dijî dewletên desthilatdar ên riziyayî divê ji bo azadiya gelan gavê biavêjin. Azadî ji qefesê rizgar bû û ji bo pêşî li van êrîşan bê girtin divê bide dengê azadiyê. Em gelekî demokratîk û azadîparêz in, têkoşîna me wê neqede."

'BI ŞEV Û ROJ BERXWEDAN'

Remziye Mihemed destnîşan kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ku dixwaze serî li gel bide tewandin û koçber bike, wê li qadan bin û li dijî êrîşan berxwedan û têkoşînê mezin bikin, her roj li qadan bin û destketiyên şoreşê biparêzin.

Remziye Mihemed destnîşan kir ku wê bi YPJ, YPG û QSD'ê bersiveke mezin bidin bêdengiya dewletên navneteweyî û bang li her kesî kir ku dakevin qadan û bi şev û roj li ber xwe bidin.