Li Şehbayê li dijî tundiya li ser jinan meş

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi dirûşmeya "Li dijî tevahî cureyên tundiya dewletê û zihniyeta baviksalarî, jin, jiyan, azadî" meşek hat lidarxistin.

Bi nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê li dijî tundiya li dijî jinan meşek li dar xist. Meşvanan li ser rêya di navbera Fafîn û bajarokê Babinis a Şehbayê de kom bûn û pankartên "Li dijî dewlet û mêr, jin, jiyan, azadî", "Na ji qetilkiirna jinan re, jin jiyan e" û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Ocalan hildan.

Meşê bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina tundiya li dijî wan dest pê kir. Meş li Yarîgeha Babinis veguherî mîtîngê. Li wir endama Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Efrînê Zeyneb Mamo axivî û wiha got: "25′ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jınan a Cîhanê ye. Jin di civakê de pêşeng bû, hezkirin û henûnû li hemû cîhanê belav kir, lê îro wek kel û pelekê li ser kanalên televîzyonan tê firton."

Mamo diyar kir ku armanca komploya li dijî jinê ew e ku wê ji cewerê wê bi dûr bixin û bikin koleyê zihniyeta baviksalarî û got: “Siyasetên li dijî wê jî înkarkirina rola wê ye."Mamo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em endamên Yekitiya Jinên Ciwan xwe dispêrin fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jin û hewl didin vê fikrê di nava hemû civakên li cîhanê de belav bikin. Da ku jin azadiya xwe bi dest bixin."

Piştre koma Jinên Ciwan a şanoyê şanoyek li ser qelsbûna rola jinan bi destê zihniyeta baviksalarî pêşan da.

Mîtîng bi dirûşma “Jin jiyan azadî“ bi dawî bû.