Dewleta Tirk a dagirker Nexweşxaneyek li Kobanê rûxand
Dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev ve bi balafiran bombardûmanê li Kobanê dike. Di encama bombardûmanê de Nexweşxaneya Koronayê ya li Girê Miştenûrê bi temamî hate rûxandin.
Dewleta Tirk a dagirker ji doh bi şev ve bi balafiran bombardûmanê li Kobanê dike. Di encama bombardûmanê de Nexweşxaneya Koronayê ya li Girê Miştenûrê bi temamî hate rûxandin.
Dewleta Tirk a dagirker ji şevê din û vir ve bi balafiran bombardûmanê li ser bajar û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.
Dewleta Tirk a dagirker vê sibehê li Kobanê bombardûmana Girê Miştenûr, başûrê gir, Taxa Nû ya Kobanê û girê Kaniya Kurdan ê li rojhilatê bajêr kir, 6 êrîş pêk anîn.
Li gorî agahiyan di encama bombardûmanê de Nexweşxaneya Koronayê ya li ser Girê Miştenûrê bi temamî hatiye rûxandin.