TEV-DEM: Yekane rêya parastina destketiyan berxwedan e

TEV-DEMʹê li ser êrîşên dewleta Tirk bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî şermezarkir û bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gel kir ku li dijî êrîşan li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.

Di daxuyaniya TEV-DEMʹê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker şerê jenosîdê, şerê qetilkirin û wêrankirinê li dijî îradeya me ragihand. Dewleta Tirk a dagirker armanc dike ku herêmê me ber bi şerekî vekirî ve bikişîne da ku wekî hincet ji bo pêkanîna sûcên xwe yên hovane li dijî gelê me bi kar bîne, ewlehî û istiqrara herêmê têk bibe û bajaran ji niştecihên wê vala bike û di encamê de operasyoneke terorî ji bo vejandina komên terorîst hêsan bike û herêmên din dagir bike.

Êrîşên hovane yên balafirên şerê yên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên Rojava yên êvarê yê nîşan dide ku dewleta Tirk çirayeke kesk ji hêzên navneteweyî wergirtiye.

Em bêdengiya dewletên têkildarî rewşa Sûriyê, di serî de Koalîsyona Navneteweyî şermezar dikin. Bêdengiya DYE û Rûsyayê nîşan dide ku ew jî hevkarên êrişên qirkirinê yên li dijî gelê me ne.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê xwe dikin ku li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin. Berxwedan rêya yekane ya parastina destketî û nirxên me yên exlaqî ye.

Em destekê bidin yekîtiya refa xwe, hevgirtina xwe xurtir bikin û piştgiriyê bidin hêzên xwe Hêzên Sûriya Demokratîk. Em teqez dikin ku dewleta Tirk a dagirker ê dijminê hov ê gelên herêmê, ji hev ketiye û di pêvajoyên xwe yên herî dijwar de dijî, dibe ku pêvajoya wê ya dawî be.”