Xelkê Efrînê bi meşeke girseyî bersiv da: Em ê asta têkoşînê bilindtir bikin

Şêniyên Efrînê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan û destnîşan kirin ku wê asta berxwedan û têkoşînê bilindtir bikin.

Şêniyên Efrîn û Şehbayê, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.

Meşa girseyî ji ber dibistana Muşat a Şehbayê destpê kir ku heta dibistana ajokariyê ya navçeya Fafînê dewam kir.

Di meşê de pankartên "Dewleta Tirk terorê dike û piştgiriya wê dike", "Bes e ji dagirkeriyê re", "Dem dema parastina şoreşê ye", "Bijî biratiya gelan", "Bimire xiyanet" hatin hildan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, bi navê Rêveberiya Xweser a Efrînê Bekîr Elo û bi navê Meclîsa Şehbayê Fatmê Cimo daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin, "Ev êrîş ne tenê li ser Rojava ye. Li dijî tevahiya Sûriyeyê ye. Em ê heta dawiyê li kêleka şervanên xwe bin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin û bi ser bikevin."