Berdevkê Rêveberiya Xweser: Êrîş ji bo birêxistinkirina DAÎŞ'ê ye

Berdevk Lokman Ehmê anî ziman ku êrîş hewldanek ji bo astengkirina komxebata eşîrên Sûriyeyî ye û got, "Kombûna Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen di bin sîwana Rêveberiya Xweser de, bersiva herî mezin a li hemberî van êrîşan e."

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Lokman Ehmê li ser êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ji ANF'ê re axivî.

Lokman Ehmê anî ziman ku dewleta Tirk ji bo krîza navxweyî binixumîne timî êrîşan dike û got, "Şefê MÎT'ê Hakan Fîdan sala 2014'an gotibû 'Ji bo destpêkirina şerekî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eger pêwîstî pê hebe em ê du kesan bişînin aliyê din, ji wê derê ber bi sînorê Tirkiyeyê ve roketê bidin avêtin û hinceta êrîşê biafirîne'. Ji vê gotinê jî êrîş baştir tê fêhmkirin. Bi afirandina hincetan hewl didin êrîşan rewa bikin."

'ÊRÎŞ JI BO BIRÊXISTINKIRINA DAÎŞ Û TERORÊ YE'

Ehmê ragihand ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin hewldanek ji bo parastin û birêxistinkirina DAÎŞ'ê ye û got, "Divê bê zanîn ku êrîşên dewleta Tirk ji rêzê nînin. Dewleta Tirk dikare bi DAÎŞ'ê û Cephet El Nûsra bijî, lê nikare bi sîstemên normal re bijî. Bi dehan mînakên vê yekê hene. Ev êrîşên dewleta Tirk gavek ji bo hilanîna tola DAÎŞ'ê ye. Hewldana ji bo birêxistinkirina DAÎŞ'ê ye."

Lokman Ehmê ragihand ku yek ji armancên van êrîşan jî li dijî kombûna eşîrên Sûriyeyî ye û got, "Divê ev êrîş di heman demê de weke hewldanek ji bo astengkirina piştgiriya Eşîrên Sûriyeyê ya ji bo Rêveberiya Xweser bê dîtin, ku kombûna eşîran li Hesekê pêk tê. Dixwazin pêşî li vê kombûnê jî bigirin. Wê negihêjin armanca xwe. Eşîr wê li hev kom bibin û piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî nîşan bidin."

'YEKÎTIYA GELÊ ME BERSIVA HERÎ XURT E'

Berdevkê Rêveberiya Xweser bi bîr xist ku Rojava ev demeke ji ber êrîşên dagirkeriyê di nava rewşa awarte de ye û got, "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û herêm ev demeke di rewşa awarte de ne. Me li gorî wê jî amadekariyên xwe kir. Gel li dora QSD û Rêveberiya Xweser kom bûye. Kombûna Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermenan di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bersiva herî xurt a li hemberî van êrîşan û rejîma Tirk e. Gelê me ev demeke di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de têdikoşe. Gel û hêzên QSD'ê wê bersivê bidin van êrîşan. Divê gelê me aram be û amade be ku bersivê bide êrîşan."

BANGA LI ŞAMÊ: WELAT BI ÎRADEYÊ DIKARE BÊ PARASTIN

Lokman Ehmê bang li hikumeta Şamê û gelên Sûriyeyê jî kir ku bikevin nava liv û tevgerê û got, "Ev êrîş ji bo hikumeta Şamê jî divê weke hişyariyê bê dîtin. Welat bi daxuyaniyan nayê parastin, bi îradeyê dikare bê parastin. Divê hikumeta Şamê li gorî peymana sînor a bi QSD'ê re kiriye tevbigere. Gelên Sûriyeyê jî li hemberî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê helwestê nîşan bidin."