Dewleta Tirk careke din bombe li Kobanê barand

Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li Girê Miştenûrê yê Kobanê barand. Tê gotin, ku ji ber bombardûmanê birîndar hene.

Dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmî saet di 09:30'î de bi balafiran bombe li Girêw Miştenûrê yê Kobanê barand. Hate ragihandin ku bombardûman herî kêm sê caran hatiye kirin û ji ber bombardûmanê birîndar hene. Li ser êrîşê agahiyên berfireh bi dest neketin.

Dewleta Tirk a dagirker şeva Şemiyê jî bombe li Kobanê, Şehba, Dêrik û Zirganê barandibû.

3 LEŞKERÊN ŞAMÊ MIRIN

Bi dema herêmî saet di 01:00 de bombe li hêzên Şamê yên li gundê Til Hermel ên li bakurê herêma Zirganê ya Kantona Hesekê hatibû barandin. Di êrîşê de 3 leşkerên Şamê jiyana xwe ji dest dan, hinek jî birîndar bûn.