Li Girê Spî kuştî û birîndar hene
Hat zanîn ku di bombebarana dewleta Tirk a li ser gundê Qizêlî yê Girê Spî de, kuştî û birîndar hene.
Hat zanîn ku di bombebarana dewleta Tirk a li ser gundê Qizêlî yê Girê Spî de, kuştî û birîndar hene.
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayek dijwar bombebaran dike.
Tê diyarkirin ku di bombebarana li ser gundê Qizêlî yê Girê Spî de, kuştî û birîndar hene.
Li gorî agahiyên destpêkê 2 leşkerên hikûmeta Şamê, di encama bombebaranê de birîndar bûne.
Balafirên şer ên dewleta Tirk, ji nîvê şevê heta niha Kobanê, Şehba, Dêrik û herî dawî jî Girê Spî bombebaran kir.