Li Rojava herî kêm 12 sivîl hatin qetilkirin

Dewleta Tirk a dagirker şeva Şemiyê li Rojavayê Kurdistanê bi balafiran komkujî kir. Herî kêm 12 sivîl hatin qetilkirin, bi dehan jî birîndar bûn.

Balafirên dewleta Tirk a dagirker şevê din herêmên Kobanê, Şehba, Girê Spî, Zirgan û Dêrikê bombebaran kirin. Di bombebaranan de dîsa welatî bûn qurbanî. Her wiha hêzên hikumeta Şamê jî bûn hedef.

DÊRIK

Di êrîşa li Dêrikê de li gundê Teqil Betil wesayitek hate bombekirin. Di vê êrîşê de 2 kes şehîd bûn. Piştî êrîşê şêniyan xwestin biçin cihê bombebaranê û birîndaran rakin. Lê balafirên dagirkeran vê carê jî şênî bombebaran kirin.

Di encama bombebarana duyemîn de 7 kes şehîd û 3 kes ji birîndar bûn. Di nava şehîdan de peyamnêrê ajansa ANHA'yê Îsam Ebdullah jî heye.

ZIRGAN

Balafiran gundê Til Hermel ê li Bakurê Zirganê û embarên genim ê gundê Dehir El Ereb ku li bakur rojhilatê Zirganê bombebaran kirin.  Di bombebaranan de 3 kes şehîd, 3 kes jî birîndar bûn.

Di heman bombebaranê de 3 leşkerên hiûumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 5 jî birîndar bûn.

GIRÊ SPÎ

Nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Qizelî yê li rojavayê Girê Spî bû hedefa bombeyan. Di êrîşê de leşkerekî hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da, 2 jî birîndar bûn.

KOBANÊ

Rêya Cerablus û Daristana Kobanê yên li rojavayê bajêr, taxa Kaniya Kurdan û gundê Helincê yê li rojhilatê bajar û Girê Miştenûr hatin bombebarankirin. Her wiha îro saet derdora 09.30’an balafiran careke din gire Miştenûr bombebaran kir.

Di bombaranê de peyamnêrê Stêrk Tv Mihemed Ceradê ku dixwest êrîşan bişopîne, birîndar bû.

ŞEHBA

Balafiran şevê din gundê Şewarxa yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ku noqteya hêzên hikumeta Şamê lê ne, bombebaran kir. Di êrîşê de 10 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan, 5 jî birîndar bûn. Ji ber ku li ser herêmê liv û tevgera balafiran didome, agahiyên zelaltir nehatine bidestxistin. Tê gotin ku dibe hejmara leşkerên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bin.

Li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê liv û tevgera balafirên keşfê yên bi çek û yên şer didome.