Salvegera damezrandina PKK’ê li Kobanê hat pîroz kirin

Şêniyên Kobanê salvegera 44'emîn a avabûna PKK'ê pîroz kir.

Şêniyên Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido  bi dirûşma "Bi rihê 27ʹê Mijdarê û şerê gel ê şoreşgerî em ê dagirkeriyê têk bibin"  salvegera 44'emîn a avabûna PKK'ê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de meşale hatin pêxistin. Piştre Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û diyar kir ku avabûna PKKʹê rêveçûna dîroka gelê Kurd û tevahî gelên herêmê guhert û wiha got: "Avabûna PKKʹê mîladeke nû ji bo gelê Kurd ê bindest bû.”

Ferhan Kobanê anî ziman ku roj bi roj giraniya PKKʹê zêde dibe, bi milyonan Kurd li ser şopa şehîdên wê dimeşin û li dijî dewleta Tirk a dagirker têdikoşin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê di dawiyê de banga xurtkirina têkoşînê û serhildanê ya li hemberî dagirkerî û xiyanetê kir.

Piştî axaftinan govend hate gerandin.