Dêrazorî xwedî li QSD û Rêveberiya Xweser derketin

Şêniyên li rojavayê Dêrazorê ji bo xwedîderketina li QSD û Rêveberiya Xweser meşiyan.

Di meşê de endamên saziyên sivîl û leşkerî yên gundewarên rojavayê Dêrazorê, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê û bi sedan şênî amade bûn.

Çalakvan li Çerxerêya Cisir a li naverasta Kîsre kom bûn û ber bi qada meclisa herêma rojavayê bajêr ve meşiyan.

Li qadê hevserokê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Casim El Reyaş daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û rêveberiya leşkerî ya giştî û li ser navê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê bi hemû saziyên wê yên rêveberî, siyasî, çandî, ciwan û Yekîtiya Jinên Ciwan û şêniyên herêmê em bi yekdengî destnîşan dikin ku em bi Rêveberiya Xweser re hevgirtî ne û di hemû aliyan piştgiriyê didin wê ku gelek destketî bi destê QSD′ê hatin destxistin.

Serketinên QSD′ê hemû alên tarî şikandin, li dijî terorê bi ser ket, ala serketinê û serbilindiyê ji bo azadiya mirovan hilda. Ji ber mirov hêmana bingehîn a avakirina welatan e. Rêveberiya Xweser jî êdî bûye deriyê mezin ê azadiyê û bû jêdera jiyana hevbeş û çalakkirina civakê ku biryarên xwe bide û xwe bispêre mejiyekî nerm û pêkanîna edalet û wekheviyê.

Bi wê re projeya wê; neteweya demokratîk neteweya zihniyeta hevpar bêyî nijadiya di navbera her du zayendan de ye, roleke rasteqîn da jinan. Bi zendên mêr û jinan serketin pêk hat û saziyên ji bo xizmeta civakê, meclisên qanûnsaz, rêveberî û meclisa edaletê û hêzên leşkerî, pirrengiya siyasî hatin avakirin.

Şaristaniya neteweya demokratîk cîhan ber bi veguherînekê ve bir, ew jî bi rêya amadekariya zanistî û felsefî ya ji demokrasiyê ku Rêber Abdullah Ocalan amade kirine re derbas dibe. Bi wê re demokrasî derbas bû ku qanûna navneteweyî, dîplomasî, jiyana hevbeş û dîtina berjewendiyên civakê yên baş û bidawîkirina hemû nakokî û şerê li Sûriyê giştî, pêk bîne.

Rêveberiya Xweser ji bo hemû Rojhilat Navîn pêdiviyek e, ji ber tê de wateyên aştî û mirovahiyê hene. Rêveberiya Xweser nûnertiya me dike û em bi QSD′ê re ne.”