Li Reqayê meşa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tevlêbûna bi sedan kesan li Reqayê meş hat lidarxistin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tevlêbûna bi sedan kesan li Reqayê meş hat lidarxistin.
Bi sedan şêniyên Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajêr, endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, şêx û rûspiyên eşîran tev li xwepêşandanê bûn. Şênî, li qada Agirkujiyê ya li naverasta bajêr kom bûn û ber bi Çerxerêya El Neîm ve meşiyan. Di xwepêşandanê de bi dirûşmeyan banga ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û pankartên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" hatin hildan.
Li Çerxerêya El Neîm xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wir endamê Komîteya Ciwanan a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Reqayê Elî Hesûn axivî û got: "Em soz û wefadariya xwe ji Rêberê xwe re dubare dikin. Ew Rêber di dilê me de bi fikirên xwe azad e. Rêber Abdullah Ocalan, îlham da hemû azadîxwaz û şoreşgerên cîhanê."
El Hesûn diyar kir ku 23 sal li ser dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas bûne, lê belê têkoşîna wî dewam dike û got: “Pêkanîna wekhevî û azadiya jinê jî li gorî fikirên Rêbertiyê pêk tê."
Li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiya Sewsen El Xelef jî wiha axivî: "Em tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî ya di şexsê wî de li dijî gelên Rojhilata Navîn şermezar dikin."
Sewsen El Xelef diyar kir ku tevgera bi rêbertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeteke şoreşgerî ya li dijî alîgirî, serîdanînê ava kir, ku ev xet hîna li ser çiyayên Kurdistanê û girtîgehan dewam dike û got: "Hêza vê xetê ji berxwedana bêhempa ya Îmraliyê tê."
Xwepêşandan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.