Hevserokê PYD'ê: Çareya yekane, parastina rewa ye

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim destnîşan kir, faşîzma Tirk a li ber mirinê ye bi rêbaza terora DAÎŞ'ê dest bi êrîşê kiriye û ji bo Kurdistaniyan got, "Li dijî faşîzmê yekane çare, xweparastin e."

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Muslim diyar kir ku faşîzma Tirk li ber mirinê ye, lewma mîna DAÎŞ'ê terorê dike û got, "Di van êrîşên dawî de ji Şehbayê heta bi Qendîlê bi ser her derê ve çûye. Bi balafiran li her derê dide. Faşîzma Tirk a li ber mirinê ye, nediyar e ku wê çi bike. Wê êrîş bike. Ev jî ji ber bêçaretiya wê ye. Komploya wan a li Stenbolê bi ser neket, tiştên dixwest ti ji wan pêk nehat. Cîhan baş zane bê Soylû komployeke çawa amade kir."

BI ÊRÎŞÊN TERORÊ DIXWAZE KURDISTANÊ VALA BIKE

Muslim anî ziman, dewleta Tirk a ku senaryoya xwe ya li Stenbolê nekarî bi ser bixîne, ji bo karibe Kurdan bitirsîne van êrîşan dike û bi vî rengî dewam kir: "Ji ber ku planên xwe bi ser nexist, mîna DAÎŞ'ê terorê dike. Çawa ku DAÎŞ'ê her kes ditirsand, ew jî bi balafirên xwe yên şer hewl dide gelê Kurd bitirsîne. Faşîzma Tirk her tim nîşan dide ku dijminê Kurdan e. Bi êrîşên terorîzmê dixwaze Kurdistanê vala bike. Bi êrîşan li pey vê armancê ye. Ev jî xelekek ji vê yekê ye. Em bi taybetî dibêjin, ku faşîzma Tirk li ber mirinê ye. Dîn û har bûye, lewma nediyar e çi bike. Ji ber vê yekê her tişt jê tê ku bike."

'DIVÊ HER KES XWE BIPARÊZE'

Salih Muslim got, "Haya Kurdan ji van polîtîkayên êrîşê heye. Kurd wê bajar û gundên xwe vala nekin. Gel li mala xwe ye. Ya ku ji me tê xwestin ew e ku li her çar parçeyên Kurdistanê xwe biparêzin. Li ser bingeha parastina rewa her kes divê çi ji dest tê bike. Dagirkeriya bejahî wê destpê bike yan na, em bi wê nizanin. Eger destpê bike ji bilî parastina rewa çareyeke gelê Kurd nîne."

Muslim ev bang li hêzên Kurdistanî û raya giştî ya cîhanê kir:

"Divê cîhan van êrîşên hovane yên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd bibîne û li ber rabe. Eger bi vî rengî destûr ji faşîzma Tirk re bê dayin wê li ser her kesî bibe metirsî. Hêzên Kurdistanî divê li her derê xwe biparêzin. Piştgiriya hev bikin û bi hev re tevbigerin."